18:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Polês digel TOMAyê

    Parêzgariya Stenbolê ji bo Newrozê bergirî zêde kirin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 913

    Ji ber ku parêzgariya Stenbolê destûr neda pîrozbahiyên Newrozê yên hatibûn plankirin ku li navçeya Bakirkoyê pêk werin, bergiriyên ewlekariyê li navçeya navborî hatin girtin.

    Tîmên polîsan derdora Qada Bazara Gelî ya Bakirkoyê ya ku hatibû plankirin Newroz lê were pîrozkirin bi şerîtekê girt. Navgînên Destwerdana Bûyerên Civakî (TOMA) û Hêzên Lezgîn hatin peywirdarkirin.

    Herwiha di çarçvoeya bergiriyan de, îstasyona Bakirkoyê jî hat girtin. Welatiyên xwestiye metroyê bi kar bînin, çûn rawestgehên din û navgînên veguhestina girseyî yên cuda bi kar anîn.

    Mustafa Elma li ser navê Komîteya Birêvebirinê di 17ê Adarê de wiha gotibû: "Duh me serî lê da û bersiv hat ku tê de hat gotin ku destûr ji bo 19ê mehê nayê dayîn. Pîrozkirina cejna me, pabendî destûrê bûye, em li dijî vê hişmendiyê ne. Me ji wan re got, em qebûl nakin di 21ê Adarê de pîroz bikin. Wan jî got, dê nikaribin ti tiştî ji bo vê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê bo Newrozê daxwaza xurtkirina tedbîran kir
    Bi hezaran kurd li Frankfurtê Newrozê pîroz kirin
    Komîteya Birêvebirina Newrozê: Em betalkirinan qebûl nakin
    Niştecihên bakurê Îranê amadekariya Newrozê dikin
    Li Rihayê beriya Newrozê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin
    Li Edeneyê berî Newrozê Operasyon: 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin
    Li Akrê ji bo Newrozê hezar meşale hatin amadekirin
    Etîketan:
    Newroz, Newroza Stenbolê, Mustafa Elma, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de