11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Komîteya Amadekar a Newrozê - Osman Baydemir, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Ayşe Gokkan

    'Newroza 2017an dê bibe xwedîderketina rihê Newroza 2013an'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 8470

    Li Amedê ji bo pirozbahiya Newrozê amadekariyên dawî tên kirin. Berdevkê HDPê Rihayê Osman Baydemir li qada Newrozê daxuyanî da û got: "Newroza 2017an dê bibe xwedîderketina rihê Newroza 2013an."

    Li Amedê ji bo pîrozkirina Newrozê li Parka Newrozê amadekariyên dawî tên kirin. Dê di 5 deriyên cuda de welatî karibin têkevin qada Newrozê ya ewlehiya wê dê ji aliyê 2 hezar peywirdaran bê kirin. Dê firoşkarên seyyar nikaribin têkevin qadê û her wiha ji bo pêdiviyên gel 130 lawabo li qadê hatine bicihkirin. Hunermend Yaşar Kurt, Koma Pel, Grup Munzur, Koroya Jinên Amedê, Dengbejên Botan û Ferhat Mansuri di pîrozbahiyê de derdikevin ser dîkê.

    KOMÎTEYA AMADEKAR LI QADÊ DAXUYANÎ DA

    Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê li Parka Newrozê di derbarê amadekariyan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir, Serokwekîlê Koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Ahmet Yildirim, Serokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Serokwekîla Hevserokên DBPê Gulcihan Şimşek û nûnera Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan amade bûn. Hevseroka KCDê Leyla Guven axivî û ji bo tevlîbûna pirozbahiyê bang li gelê Amedê kir. Guven ragihand ku amadekariyên dawî tê kirin û tu kêmasi nemaye.

    Komîteya Amadekar a Newrozê piştî daxuyaniyê govend gerand.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Komîteya Amadekar a Newrozê piştî daxuyaniyê govend gerand.

    'BI SEDHEZARAN DIL DÊ NÎŞAN BIDIN KU ŞER NE ÇARESERÎ YE'

    Piştî Guven, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir axivî û ev tişt gotin: "Hevalên me li qadê amadekariyên xwe berdewam dikin. Ez spasiya wan kesan dikim ku wê ji bo gel bi awayek rehet werin qadê. Bila ev Newroz bibe dermankirina birînên du salên ku hat jiyandin. Bila ev Newroz careke din ji bo gelê Rojhilata Navîn bibe deriyê wekhevî, azadî û aştiyê. Roja Newrozê bi sedhezaran dil dê nîşan bidin ku bi şer û mirinan çareserî ne pêkan e. Newroza 2017an bila bibe mizgîni ya Newroza 2018an ku careke din azadî û aşitî bê qîrkirin."

    'NEWROZA 2017AN DÊ BIBE XWEDÎDERKETINA RIHÊ NEWROZA 2013AN'

    Baydemir ji bo tevlîbuna Newrozê ev bang kir: "Newroza 2017an bila bibe xwedî derketina rihê Newroza 2013an ku destpêka pêvajoya çareserî û aştiyê dabû destpêkirin. Bila bi qêrina sed hezaran kesan li ser vê erdnîgariyê bibe manîfestoya aştî û wekheviyê. Newroz cejna me hemûyan e. Ev ne cejna partiyekê ye, cejna gelan e. Ji 7an heta 70ê saliyan em bi hev re govenda dermankirina birînên xwe bigirin. Em vê qada ku ev 2 sal in bûye nîşana berxwedana gel, careke din bi milyonan dagirin."

    Piştî daxuyaniyê HDPyiyan li qadê govend gerand.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên li Îsraîlê wê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin
    Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê bo Newrozê daxwaza xurtkirina tedbîran kir
    Bi hezaran kurd li Frankfurtê Newrozê pîroz kirin
    Walîtiya Amedê bi fermî destûra pîrozbahiyên Newrozê da
    Komîteya Birêvebirina Newrozê: Em betalkirinan qebûl nakin
    Etîketan:
    newroz, daxuyanî, Hevseroka KCDê, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê, Serokwekîlê Koma HDPê, Ahmet Yildirim, Osman Baydemir, Leyla Guven, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de