00:05 30 Adar 2017
Zindî
    Ibrahim Kalin

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê: Wezareta derve bangî balyozê Almanyayê kir

    © Foto: You Tube
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1911

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin got, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji ber di ahengên Newrozê de alayên PKKê û wêneyên Abdullah Ocalan hatine bilindkirin, bangî Balyozê Almanyayê kiriye.

    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin derbarê pîozbahiyên Newrozê yên li Frankfurtê ku bûbûn sedema bertekê de wiha got: "Duh Almanyayê hetîketiyeke din kir. Bi behaneya Newrozê tên. Alayên rêxistina cudakar a terorê li wir in. Mijar çi ye, rasterast Tirkiye, rasterast referandûm e. PKK jî di referandûmê de dibêje, na. Gava em van tiştan ji meqamên almanî re dibêjin, nikarin bersivê bidin. Duh balyozê Almanyayê bo wezareta derve hat gazîkirin û bi tundtirîn awayî hat şermezarkirin".

    STÛYÊ HUSEYIN KURT ŞKESTIYE

    Ji aliyê din ve, Kalin derbarê tenduristiya Huseyin Kurtê ku polîsekî di protestoyên destûrnedana derbasbûna Wezîra Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê Fatma Betul Kaya bo Balyozxaneya Rotterdamê de dev lê kiribû de agahî dan.

    Kalin wiha got: Birayê me Huseyin Kurt,kûçik êrîşî wî kiriye. Mixabin berî du rojan em hîn bûn ku stûyê wî şktestiye. Ji ber êşa wî hîn berdewam dike, careke din çûne ba bijîşkî. Ji ber êş û jana wî cidî ye. Diyar dibe ku stûyê wî di cihekî krîtîk de şkestiye. Gelo vî hevalê me çi kiribû ku ev tişt lê hat kirin? Ku ev Holanda ye ya ku welatekî wiha ye ku azadiyên takekesî lê bêsînor in. Lê hûn dibînin ku êrîşên nijadperest pêk tên."

    Bi heman mijarî:

    Kalin: Biryara Almanyayê skandal e
    Kalin ji bo serdana Barzanî: Hevkariya bi Barzanî re dê ji bo her du welatan sûdewar be
    Ibrahim Kalin: Yekîneyên me ketin nava bajarê El Babê
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Kalin, ji bo Erdogan Ebadî hişyar kir
    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike
    Kalin: "Xeta yekser di navbera sererkanên tirk û rûs de hat avakirin"
    Etîketan:
    Fatma Betul Kaya, Ibrahim Kalin, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de