10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Operasyon - leşkerî - leşkerên tirk- Lice

    Li Dara Hênê çûnhatin hat qedexekirin û operasyonên leşkerî hatin destpêkirin

    © Foto: Walîtiya Amedê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1610

    Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li gundê Rizê û li herêma di navbera taxên Honkunus û Yenîçeyê de çûnhatin û derketina derve hat qedexekirin û her wiha li herêmê li dijî PKKê operasyon hatin destpêkirin.

    Parêzgariya Çewlikê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gundê Rizê û li herêma di navbera Honkunus û Yenîçeyê yên girêdayî navçeya Dara Hênê de li dijî PKKê operasyon hatine destpêkirin.

    Parêzgariyê her wiha diyar kir ku ji ber van operasyonan li gundê Rizê û herêma di navbera taxên Honkunusê û Yenîçeyê de roja 19ê Adara 2017an ji saet 06.00an heta fermaneke din çûnhatin û derketina derve hatiye qedexekirin.

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku Artêşa Tirkiyeyê ji 5ê Adara 2017an û vir ve li herêma navçeya Licê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî PKKê dest bi operasyonan kiribû û bi hezaran leşker û bi dehan helîkopter beşdarî operayonan bûbû.

    Bi heman mijarî:

    Li 36 bajarên Tirkiyeyê operasyon: 740 kes hatin binçavkirin
    Li Wanê operasyon: 13 kes hatin desteserkirin
    Operasyon li Siwêregê: 22 kes hatin desteserkirin
    Li 22 deverên Çewlikê 'Herêmên Ewlekariyê' hatin ragihandin
    Li Çewlikê 2 kesên hatin desteserkirin
    Li Çewlikê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
    Etîketan:
    destpêkirin, operasyonên leşkerî, qedexekirin, çûnhatin, Parêzgariya Çewlikê, Dara Hênê, Çewlik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de