21:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    Newroz

    Bernameya Newroza li Amedê diyar bû

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 80

    Amadehiyên Newroza li Amedê dewam dike. Bo Newrozê Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî jî di nav de ji Ewropa, Tirkiyê û deverên din gelek parlamenter nivîskar rewşenbir rojnamevan akademisyen û kesên navdar hatin vexwendin. Seroka Komîteya Amadehiyan Ruken Akca ragihand ku amadekarî di asta dawî de ne.

    Li Amedê xebatên ji bo pîrozbahîya Newrozê berdewam e. Newroza îsal dê bi pêşengiya HDP û DBPê, li Parka Newrozê were pîrozkirin. Îsal ji ber şer û pevçûnên li herêmê û Rewşa Awarte Newroz wekê salên berê bi çoş neye pêşvazîkirin. Ji bo pîrozbahiyê her çiqas Walitîya Amedê bi devkî destûr dabe jî lê hêj bi awayek fermî bersiv nedaye. Li gorî agahiyan bo destûrê ti pirsgirek tine ne.

    SEROKÊ HEREMA KURDISTANÊ MESUD BARZANÎ HAT VEXWENDIN

    Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de HDP û BDP zêdeyî hezar vexwendname ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran şand. Herwiha hat zanîn ku ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê daxwaza gelek saziyên çapemenî û rojnamgerên navnetewî jî hene. Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî jî di navde hemû partiyên siyasî û gelek saziyên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê ji bo Newozê hatin vexwendin.

    JI EWROPA Û TIRKIYÊ GELEK PARTİ Û SAZÎ HATİN VEXWENDIN

    Hate eşkerekirin ku gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hatin vexwandin Di nav de CHP, DSP, SP, EMEP, partiyên kurdistanî, KESK, Genel-Îş, Turk-Îş û hevgirtiyên wan hene. Herwiha partî û saziyên ji derveyî welat jî hatin vexwendin. Parlementerên Parlementoya Ewropayê, Sefareta Yekîtiya Ewropayê, ji Danîmarka, Hollanda, Belçîka, İsviçre, Îsveç, Fransa, Estonya, Kanada, Yûnanîstanê, Avûstûralya, Brîtanya, Îtalya, Rûsya, Kolombiya, Hirvatîstan, Çekya, Spanya, Brezîlya, Fînlandiya û Qibrisê parlementer û nûnerên partiya siyasî hatin vexwendin.

    Newroz
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    GELEK HUNERMEND AKADEMİSYEN Û NAVDAR HATİN VEXWENDIN

    Ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê vexwendname ji van hunermendan re hat şandin. Kadir İnanır, Zulfu Livaneli, Sila, Sezen Aksu, Bariş Atay, Ferzan Ozpetek, Firat Taniş, Ezel Akay, Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Husnu Arkan, Erkan Ogur, Meltem Cumbul, İsmail Hakkı Demircioglu, Şevval Sam, Menderes Samancilar, Julide Kural, Mustafa Alabora, İrfan Degirmenci û Mert Firat. Ji akademîsyenên hatin îxrackirin re jî vexwendename hatin şandin. Vahap Coşkun, Gokhan Atilgan, Tanil Bora, Korkut Boratav, Ahmet Ozer, Fatmagul Berktay, Fatma Gok, Mesut Yegen, Sibel Ozbudun, Ferhat Kentel, Melek Gorgenli, Levent Koker, Eser Koker, Ayşegul Altınay,

    Gulseren Adakli, Ferdan Ergut, Jale Parla, Semra Somersan, Koray Çalişkan, Zeynep Gammetti, Şebnem Korur Fincancı, Nuray Mert, Aziz Çelik, Buşra Ersanli, Ahmet İnsel, Esra Mungan, Ayşe Bugra, Ayşe Berkman, Erol Katircioglu, Ferda Keskin, Hasan Bulent Kahraman, Huseyin Hatemi, Murat Paker, Nukhet Sirman, Ragip Duran, Serpil Sancar, Turgut Tarhanli, Yasin Ceylan, Abbas Vali, Ahmet Demirel, Çaglar Keyder, Fusun Ustel, Kerem Altiparmak, Maya Arakon, Ayhan Sol, Ayhan Yalçinkaya, Elçin Aktoprak Uzgen û İbrahim Kaboglu.

    ‘JI BO EWLEYİYÊ 2 HEZAR KES HATIN PEYWIRDARKIRIN'

    Serokê Komiteya Amadekar Ruken Akca di derbarê amadekariyan de ji Sputnik Kurdistan re axivî û diyarkir ku xebatên wan gîhiştîye asta dawîn. Akca anî ziman ku xebatên xwe mal bi mal berdewam dikin û di warê teknîkî de tu kêmasî nemane. Akca diyarkir ku paqij kirin û amadekariyê li qada Newrozê berdewam dike û got: "Em xebatên xwe bi awayek xurt dimeşînin. Heta roja Newrozê tu kêmasi nemîne. Ji bo ewleyîya qadê jî em xebatên xwe dimeşînin û 2 hezar kes ji bo ewlehiya qadê hatin peywirdarkirin. Em dixwazin gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn li Amedê tevlî coşa Newrozê bibin."

    'BILA NEWROZ JI BO AŞTIYÊ BIBE GAVEK NÛ'

    Akca li ser wateya Newroza îsal axivî û wiha got: "Em dixwazin ku Newroza îsal ji bo azadî û aştiyê bibe gavek mezin. Di Newroza 2013an de bi peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê destpêkir û ev yek di nava hemû gelan de bu hêviyek. Lê di salên dawî de dîsa şer destpêkir û carek di me canê ciwan spart axê. Di pêvajoya çareseriyê de dayikan di got êdi em zarokên xwe naxin axê, emê çekan têxin bin axê'. Ev şer tu feyde nade herdu alîyan. Serkeftina tu şera nîne. Carek di ji bo aştiyê hêviyek heye û ev hêvi li gorî salên di zêdetire. Em dixwazin ev Newroz jî ji bo aştiyê bibe gavek. Di rihê Newrozê de pêvajoyek nû heye."

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê beriya Newrozê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin
    Li Edeneyê berî Newrozê Operasyon: 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin
    Li Akrê ji bo Newrozê hezar meşale hatin amadekirin
    Nehemîn Festîvala Azadî û Newrozê îro dest pê dike
    Li 5 bajaran ji bo Newrozê destûr nehate dayîn
    Ji UNESCOyê biryara Newrozê
    Etîketan:
    newroz, amadekarî, pîrozbahî, Sputnik, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de