04:08 28 Gulan 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Piştî kuştina Karlov li ser navê kujerê hesaba bankayê hatiye vekirin

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3020

    Piştî kuştina Balyozê Enqere yê Rûsyayê Andrey Karlov, ji aliyê kujer Mevlut Mert Altintaş bi rêya telefonê hesaba bankayê li ser navê wî hatiye vekirin. Polêsan telefona ku hesap pê hatiye vekirin tespît kirin, kesekî hat desteserkirin.

    Lepirsîna derbarê kuştina Balyozê rûsî yê li Enqereyê Andrey Karlov ji aliyê Serdozkerê Komarê ya Enqereyê ve dewam dike. Derbarê Mevlût Mert Altintaş de agahiyên nû derketin holê. Dozgeriyê agahiyên ku piştî sûîqastê mailene Altintaş jê hatine birin bidestxistibû. Li gorî nûçeya Rojnameya Haber turkê hesabên bankayê yên Altintaş ji aliyê dozger ve hatiye lêkolînkirin û piştre jî ferman daye polêsan.

    JI JIMARÊ HAT TESPÎTKIRIN

    Polêsan, hesap piştî çend saetan li ser navê Altintaş hatiye vekirin tespît kirin. Hate ragihandin ku hesap bi rêya telefonê hatiye vekirin û polêsan jî jimara wê telefonê tespît kirine. Piştî lêkolîna polêsan xwe gihandin xwedîyê vî jimara telefonê 0537 484…. Ku pê hesap hatiye vekirin. Piştî desteserkirina gumanbar li xwe mikur hatiye ku telefobê kurê wî bikar tîne. Piştî wî kurê wî jî hat desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îdîaya ku ‘qatilê Andrey Karlov li ser John Bass jî lekolîn kir'
    'Ewlekariya Rûsyayê ne dijî wê ye ku FBI alîkariya Tirkiyeyê di lêpirsîna Karlov de bike'
    Îdîaya ku ‘di sûîqesta Karlov de jineke rûsî hat girtin'
    Şerwimendê Serokomarê Tirkiyeyê: Dibe di demek nêz de kuştina Karlov were ronîkirin
    Pûtîn ji ber kuştina Karlov ferman da FSB, SVR û Karên Derve
    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de