08:49 20 Tebax 2017
Zindî
    S-400

    Rosoboronexport: Tirkiye li gel pergala parastinê, pûteyê dide bi kompleksa tankan jî

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2020

    Serokê Şirketa Dewleta Rûsyayê Rosoboronexport a bazirganiya çekan Aleksandr Miheyev ragihand ku Tirkiyeya niha gotûbêjan pê re bi rê ve dibin ji bo pergala parastinê ya S-400ê, pûteyê bi cebilxane, çekan û kompleksên parastinê yê tankan jî dide.

    Miheyevî diyar kir ku Tirkiye yek ji giringtirîn hevparên Rosoboronexportê ye û wiha pê de çû, "em di warê hevkariya leşkerî-teknîkî de civînan ji bo porjeyên wiha bi rê ve dibin ku li ser berjewndiyên beramber û biperspekîv hatine avakirin. Enqere bi taybetî giringiyê dide pergala parastina hewayî ya xwedan dûrahiyên cûbicûr. Li gel van jî Tirkiye pûteyê dide bi kompleksên parastina tankan, tivingan, cebilxane û berhemên taybet ên ji wezaretên parastin û hundir re lazim.

    EM AMADE NE, HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE JI NÛ VE BIDIN DESTPÊKIRIN

    Ji aliyê din ve, Miheyev diyar kir ku amade ne, hevkariya teknîkî-leşkerî ji nû ve bidin destpêkirin.

    Herwiha Miheyev eşkere kir ku ew wek şirketa Rosoboroxeportê dê beşdarî IDEF-2017ê ya di 9-12ê Gulanê de li Stenbolê tê lidarxistin û teqez kir ku ev dê yekem gav be ji bo ku hevkariya teknîkî-leşkerî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Normalbûna Rûsya û Tirkiyeyê ne ji bo welatên sêyemîn e"
    Fona hevpar a veberhênan a Rûsya û Ermenistanê hate avakirin
    Rûsya: Em dipên ku dijberiya çekdar alîkariyê bide ji bo cihên El Nusrayê bên tesbîtkirin
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê biryar daku mekanîzmeya şopandina agirbesta Sûriyeyê xurt bikin
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Kordînasyona Rûsya û Tirkiyeyê ihlalên agirbestê yên li Sûriyeyê kêm dike
    Rûsya û Misir dê çûnûhatina hewayî ji nû ve dest pê bikin
    Etîketan:
    Rosoboronexport, Aleksandr Miheyev, Stenbol, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de