07:19 23 Adar 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Cudahiya demokratên sosyal û Wildersê faşîst tune ye

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2801

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got, “Li holandayê hilbijartin qediya. Dengên ku girtine nêzîkî hev in, ji sedî 17, ji sedî 20, hemûyan dengên wisa giritne lê hûn lê dinêrin di navbera demokratên sosyal û Wildersê faşist de tu cudahî tune ye, hemû heman in. Hûn ê bigihêjin ku, hûn Ewropayê ber bi ku ve dibin?”

    Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê axivî û di derbarê hilbijartinên Holandayê de ev tişt gotin: "Li Holandayê hilbijartin qediyan. We dest bi têkbirina Ewropayê kir. Hûn Ewropayê dibin kendalê."

    'DI DEMEKE NÊZÎK DE LI EWROPAYÊ WÊ ŞERÊ OLAN DEST PÊ BIKE'

    Di demeke nêzîk de li Ewropayê wê şerê olan jî dest pê bike. Ger wisa biçe. 100 sal beriya niha şer kirin. Dîroka Ewropayê vekin, li pêş wan deynin. Piçikî fediya wan hebe, wê nikaribin li rûyê hev binêrin. Ji ber ku ji olên cuda bûn, 100 salan hevdu serjê kirin lê ji vê ders hat girtin û Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê hat damezirandin. Niha dest bi wendakirina vê yekê kirin. Ewropa ber bi rojên xwe yên berê diçe."

    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê: Mueydeyên aborî dê li Holandayê neyên sepandin
    Li ber Konsolxaneya Holandayê çalakiya bi kuçikan
    NATOyê bangî Tirkiye û Holandayê kir
    Merkel piştgirî da Holandayê
    Konseya Ewropayê bo rageşiya di navbera Tirkiyeyê û Holandayê de bangî diyalogê kir
    Serokwezîrê Holandayê: Em rê nadin ku Tirkiye şantajan li me bike
    Etîketan:
    Ewropa, Holanda, hilbijartin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Antalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de