06:56 29 Gulan 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Senatorê rûsî: Mafê Erdogan heye ku Ewropayê rexne bike

    © REUTERS/ Sergei Ilnitsky/Pool
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2102

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Oleg Morozov ragihand ku mafê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan heye ku Ewropayê rexne bike.

    Senatorê rûsî Oleg Morozov di axaftina xwe ya televîzyona Rûsyayê de ji bo betalkirina civînên wezîrên tirk ên li Almanya û Hollandayê got: "Dema ku em li bûyera temaşe dikin ferqeq di navbera herdu welatan de heye. Taybetiya dewletbûyîn, nirxên hevpar, qaîde û demokrasiya Ewropayê heye. Hollanda dibêje li gorî berjewendiya me ya neteweyî wezîrên Tirkiyeyê nikarin li vir biaxivin û tevlî çalakiyan bibin. Wan di navbera herdu welatan de bijarte kirin û biryareke wiha girtin, wekî Almanyayê tirk nikarin li vir jî çalakiyan bikin. Ji bo ku berjewendiyên me yên neteweyî li ser her tiştî re ye. Aha dîmênê Ewropaya me îro."

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Oleg Morozov di berdewamiya axaftina xwe de mijara rexneyên Serokomarê Tirkiyeyê nirxand û got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan çi dibêje? Ewropa êdî biryarê bide, kanî nirxên we yên hevpar? Erdogan mafdar e, yan demokrasi heye yan jî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî li ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê daxuyanî da
    Ji Amerîkayê yekem daxuyaniya ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê
    Konsolosê Hollanda yê li Stenbolê: "Al ji terefê çalakvanekî ve hat daxistin"
    Serokê Parlementoya Tirkiyeyê: Hollanda, wek bêrîka me ya biçûk
    Jirînovskî: "Ev çi demokrasî ye, Hollanda li hemberî Tirkiyeyê xayîntiyê dike"
    Etîketan:
    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Oleg Morozov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de