09:56 24 Nîsan 2018
    El Cezire ve Fırat Bölgesi Suriyeli Aşiretler ve Kabileler Genel Kurultayı’

    'Bizava Tirkiyeyê ya ji bo avakirina artêşek ji eşîrên Ereb pûç derket'

    Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Bizava ku Tirkiye xwest bi destê eşîrên ereb artêşekê ava bike û li Suriye, Reqa, Heseke û Dêra Zorê li dijî Artêşa Sûriye, DAIŞ û PYDyê bikar bîne pûç derket.

    Hikmet Durgun

    Tirkiye ku dixwaze bi destê eşîrên ereb û sunî li Suriye û Iraqê hemleyan bike, gaveke krîtîk avêt. Tirkiye xwest ji eşîrên ereb artêşekê ava bike.
    Yek ji mixalîfên suriyeyê Redîf Mûslîm ku ew bixwe jî di vê komcivînê de bû naveroka vê komcivînê ji Sputnîkê re nirxand. Mûslîm da zanîn komcivîn pûç û bê encam bû û lîderên eşîran di vê komcivînê de di navbera xwe de lihev nekirin.

    EŞÎRAN XWEST RÛSYA, ÎRAN Û SÛRIYEYÊ WEK DAGIRKER ÎLAN BIKIN

    Eşîrên ereb ku li Tirkiyeyê hatin ba hev, qerarek wergirtin ku Rûsya, Îran û Sûriyeyê wek dagirker îlan bikin û artêşekê ji van eşîran ava bikin. 50 lîderên eşîretên ereb yên li Sûriyeyê, li herêma Dêre Zorê, duhî li Otelekê li Rihayê li hev kom bûn. Bû sedema pirsê ku Enqere ya ku tev li Îran û Rûsyayê wek dewletê garantor, li Astanayê hevdîtinên aştiyê dike, Rûsya û îranê wek dewletên dagirker dibîne û li hemberî van hevdîtinan artêşek ji eşîrên ereban ava dike.

    ‘SIPASÎ DAN TIRKİYE, QATAR Û EREBÎSTANA SIÛDÎ'

    Civîna ku binavê ‘Kombûna Giştî ya Eşîret û Qebîleyên Herêma Firat û El Cezîrê' hat lidarxistin, naveroka vê civînê derbarê têkbirina Esad, DAIŞ û PYDê bû. Komcivîn bi sernava "Em hêzên xwe ji bo têkbirina Esed, Rûsya, Îran û Hizbûllah û PYDê bikin yek." hat organîzekirin. Berdevkê Meclîsa Bilind yê Qebîle û Eşîrên Sûriyeyê Mudar Hamad El-Esadî îmza xwe avêt bin daxuyaniya eşîran. Lîderên eşîrên vê komcivînê bi naveroka "Paqijkirina rêxistinên terorî yên li deverên El Cezîre û Sûriyeyê, avakirina Artêşa Eşîrên Firatê" avabûyîna xwe ragihand. Di komcivînê de sipasî ji Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê re hat pêşkeşkirin. Kêm kes beşdarî vê komcivînê bûn Eşîrên Ubedî, Cumelî û Şuaytatî di vê komcivînê bûn.

    ‘ARTÊŞA EŞÎRAN NEHATE AVAKIRIN'

    Yek ji muxalifên Suriyeyê Parêzer Redîf Muslîm ku beşdarî komcivînê bû agahî dan Sputnikê. Muslîm derbirî eşîrên kurd ji bo vê komcivînê nehatine vexwendin, ji eşîrên ereb jî kêm kes beşdar bûne û wiha berdewam kir: "Hemû eşîrên ereb beşdarî vê komcivînê nebûn. Tenê çend eşîrên ereb di civînê de cih girtin. Hin eşîrên ji Reqa, Dêra Zorê beşdar bûn jî hebûn. Tam 2 saetan derheqê ‘Şoreşa Sûriye' de axifîn. Mijara avakirina artêşeke ji van eşîran hat rojevê. Lê tişt jê derneket. Derneketin serî. Ne serkeftinek, ne qerarek ne jî peymanek ji vê komcivînê derneket."

    ‘EŞÎRAN DI NAVBERA XWE DE ŞER KIR'

    Mûslîm her wiha vana anî ziman: Eşîran di civînê de çêrî hev kirin û dengê xwe li hemberî hev bilind kirin. Sebebê vî şerî jî ev bû: hin beşdarên vê komcivînê dixwestin tenê bahsa "Şoreşa Sûriyeyê bikin" bû. Aliyên dî jî dixwestin konrgreyek pêk bê. Di vir de li hev nekirin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Tirkiye û muxalîfên çekdar bo Astanayê ne cidî ne
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Sûriye: Tirkiye bi temamî berpirsyara rageşiyên Rojhilata Navîn e
    Sûriye: Êdî her kes dizane ku Tirkiye piştgiriya terorê dike
    Sûriye: Tirkiye axa me dagir kiriye dê li dijî hêza dagirker derkevin
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Etîketan:
    Eşîrên Ereb yên Sûriyeyê, Redîf Muslîm, SÛriye, Reqa, Riha, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de