05:42 21 Hezîran 2018
HSD

Li Reqqaye leşkeriya neçar dest pê dike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê Meclisa Sivîl a Bajarê Reqqayê Xalit Berkel di axaftina xwe de ragihand ku ji ber talûkeya rêxistinên terorîst heta demek nêzîk li bajarê Reqqayê leşkeriya neçar dets pê dike.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Bajarê Reqqayê Xalit Berkel di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Ji ber talûkeya DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din heta demek nêzîk li bajarê Reqqayê leşkeriya neçar dest pê dike."

Leşkeriya neçarî li bajarê Reqqaya Sûriyeyê ku sala borî ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû rizgarkirin.

Li gor îdîayan hinek eşîrên ereb li dijî leşkeriya neçar derdikevin, lê HSD van îdîayan red dike. Hevserokê Meclisa Sivîl a Bajarê Reqqayê Xalit Berkel di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Em ê ji mecburî dest bi leşkeriya neçar bikin. Me bi Komîteya Parastin a Reqqayê re hevdîtin pêk anî. Qanûna eleqedar jî wê derkeve. Erka parastinê wezîfeya her kesî ye. Her civak û her bajer divê xwe biparêze. Hê jî talûkeya DAIŞ û rêxistinên terorîst dewam dike."

Hêjayî gotinê ye ku meha borî li bajarê Minbicê ku di kontrola HSDê de ye leşkeriya neçar dest pê kiribû.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin
Serokê Meclisa Libnanê: Heta Sûriye rizgar nebe, Îran û hizbulah dernakevin
Sûriye: Ji bo lihevkirina li ser herêmên Başûrê Sûriyê divê Amerîka ji Tanfê derê
ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Etîketan:
HSD, Xalit Berkel, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de