05:14 20 Hezîran 2018
YPG - HSD

Bi sedan milîtan ji aliyê HSDê ve hatine dorpêçkirin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derdora bajarokê Deşîşê li Dêrazorê girtine û xistine di bin dorpêçeke tund de. Fermandeyekî HSDê ragihand ku nêzîkî 800 milîtan DAIŞê hatine dorpêçkirin.

Operasyona HSD ji bo derxistina gundên li derdora navçeya Deşîşe li rojhilatê Şedadê ji destê milîtan DAIŞê berdewam e. Herî dawî di encama şerekî dijwar de, tenê sê kîlometro di navbera şervanên HSDê û bajarokê Deşîşe de maye, ku bargeheke girîng a DAIŞê li başûrê rojhilatê parêzgeha Hesekê ye.

Yrk ji Fermandarê HSDê Delîl Cûdî got: "Ev dever bi temamî ji aliyî milîtanên DAIŞê ve hatiye bombebarankirin. Lewma em bi zirêpoşa hêzên Sûriya Demokratîk re diçin eniya pêş a şerê li dijî DAIŞê. Çandina bomban taktîka herî zêde ye ku rêxistina DAIŞ li wê deverê bi kar tîne."

Herwiha pêşveşûna şervanên HSD li herêma Dêrezorê berdewam e û milîtanê DAIŞê xistine bin dorpêçeke tund. Gîvara Tilela jî dibêje: "Li vir pevçûnan rû dan, û balafirên hevpeymaniyê destêwerdan têde kir, bargehên DAIŞê armanc kirin û ta niha em nikarin pêşkevin û termên wan bînin."

 

 

Bi heman mijarî:

HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Di operasyona Bagera Cizîrê de 27 gund û mezra hatin rizgarkirin
HSD: Em amadene axa Sûriyeyê ji destê Tirkiyeyê derxin
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
Etîketan:
DAIŞ, HSD, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de