21:58 24 Hezîran 2018
Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

ENKS: Berpirsê kuştina Ehmed Şêxo artêşa Tirkiyeyê ye

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê kuştina serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê yê Efrînê Ehmed Şêxo daxuyaniyek belav kir.

ENKS di daxuyaniyê de diyar kir, "Vê dawiyê grûpên çekdar, Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê Ehmed Şêxo, revadin û îşkence kirin û piştî ku ew serbest berdan, wî ji ber birînan canê xwe jidest da."

'XELKÊ EFRÎNÊ TÊ ÎŞKENCEKIRIN'

Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de tê ragihandin, "Aliyên çekdar ên bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê, tawanên herî xerab li dijî xelkê Efrînê dikin, ku di encamê de Efrîn tê talankirin, jêrxaneya wê tê şewtandin, şûnewarên wê yên dîrokî têne jinavbirin û xelkê wê jî têne girtin û îşkencekirin û ew jî li ber çavê civaka navdewletî ku heya niha bêdeng dimîne."

'BILA TIRKIYE WAN KOMÊN ÇEKDAR DERXE Û EFRÎNÎ XWE BIRÊVE BIBIN'

ENKSê kuştina Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî li Şiyê Ehmed Şêxo ku di heman demê de, endamê PDK-Sê ye şermezar kir û ji Tirkiyê xwest, komên çekdar ji deverê derxîne û bihêle ku xelkê Efrînê bi xwe devera xwe birêve bibin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin, berpirsê yasayî li ser wan reftaran Artêşa Tirkiyê ye ku li hemberî wan tawanan bêdeng e.

ENKSê daxwaz ji Hevpeymana Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê jî kir ku wan kiryaran şermezar bike û xwe ji wan grûpên çekdar dûr bixe.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê roja yekem a cejna Remazanê sibe diyar dibe
Lavrov: Bi aştiya li tevahiya nîvgiravê, dê pirsgirêka nukleerê çareser bibe
Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî daxwaza berdana Demirtaş red kir
Rûsya: Civîna Trump-Kîm jî da nîşandan ku li Koreyê ji bilî rêbazên siyasî alternatîv tine
Tevgera Sedr: Deriyê me ji kurdan re vekirî ye
Etîketan:
Artêşa Tirkiye, Ehmed Şêxo, ENKS, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de