09:47 19 Hezîran 2018
Komên girêdayî artêşa Tirkiyeyê yên ketine Efrînê

Çekdarên ASAyê li Efrînê Cîgirê Serokê Encûmenê bi îşkenceyê kuştin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku çekdarên ASAyê li bajarokê Şiye ya Efrînê Cîgirê Serokê Encûmena bajêr Ehmed Şêxo bi îkenceyê kuşt.

Li gor agahiyên Rûdawê ku dispêre çavkaniyên herêmî ragihand ku ew nêzîkî hefteyekê ye qedexeya derketina derve li bajarokê Şiyê berdewam e. Qedexeya hatinûçûnê ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ku girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve hatiye îlankirin.

Ji xeyrî berdewamiya qedexeya hatinûçûnê li bajarokê Şiyê, çavkaniyekê ragihand ku çekdarên ASAyê berpirsekî encûmena xwecihî ya Şiyê kuştin. Li gorî vê çavkaniyê çekdarên ASAyê Cîgirê Serokê Encûmena nahiyeya Şiyê Ehmed Şêxo bi îşkenceyê kuştine.

Herwiha birayê Ehmed Şêxo Mistefa Şêxo kuştina birayê xwe piştrast kir û ragihand ku Ehmed Şêxo berî ku di bin îşkenceyê de were kuştin, berî çend rojan tevî 49 kesên din, ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ve hatibû girtin. Di dema veşartina cenazeya Ehmed Şêxo de, çekaran derdora gorsitanê dorpêç kirin û nehiştin ku ti kes dîmen û wêneyan bikişîne.

 

 

Bi heman mijarî:

Çekdarên ASAyê dîsa ji Efrînê kurd revandin
Dîsa di navbera çekdarên ASAyê de şer derket
Çekdarên ASAyê li Cindirêsê dest datînin ser malê kurdan
Çekdarên ASAyê endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê revandin
Li Efrînê çekdarên ASAyê dîsa bihev ketin: 5 kuştî û bi 10an birîndar
Etîketan:
ASA, Ehmed Şêxo, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de