09:48 19 Hezîran 2018
Sûriye

Sûriyê ji bo êrîşên Hesekê name ji NYyê re şand: Şermezar bikin!

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi hinceta ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, li bajarê Hesekê sivîl kirine armanc nameyên nerazîbûnê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariyê ya NYyê (KENY) re şandin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê Wezareta Derve ya Sûriyeyê di nameya ku ji NYyê re şandiye de, diyar kiriye ku hevpeymaniyê gundê Tal el Şayer ê Hesekê bombebaran kiriye û di encamê de ji malbatekê 12 kes hatine kuştin.

Di nameyê de hat gotin ku herwiha hevpeymaniyê kampa penaberan a Şedadiyê ya bi ser Hesekê ve jî bombardiman kiriye û li wir jî 18 sivîlan can daye.

SÛRIYÊ HEVPEYMANÎ BI TAWANÊN MIROVAHIYÊ TOHMETBAR KIR

Wezareta Derve ya Sûriyeyê hevpeymaniya navdewletî bi binpêkirina hiqûqa navnetewî û tawanên mirovahiyê tohmetbar kir.

Herwiha daxwaz ji KENYyê kir ku wan komkujiyan şermezar bike û ji bo dawiyê li hebûna Amerîka û welatên din ên derveyî hiqûqê ketina nav erda Sûriyeyê bîne jî berpirsiyariyên xwe bicih werîne.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Em rewşa piştî 16ê Cotmehê û betalkirina dengên pêşmergeyan qebûl nakin
Ebadî: Hikumeta û parlamentoya Iraqê nikarin hilbijartinan betal bikin
TRTê ji bo weşanê dîmenên Demirtaş girtin
Şampiyonê dawî yê Kûpaya Cîhanê, Almanya gihişt Rûsyayê
Senatorê rûsî: Hîn ne diyar e bê destkeftiyên civîna Kîm û Trump dewam bikin an na
Buldan: Bidarvekirina Demirtaşî ne hedê we ye
Ibrahimoviç: Rûsya di Kûpaya Cîhanê de dê xwedîmaltiyek hêja bi cih bîne
Etîketan:
Hevpeymanî, KENY, Sûriye, Hesekê, NY
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de