22:56 21 Hezîran 2018
HSD

HSD: Em amadene axa Sûriyeyê ji destê Tirkiyeyê derxin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Endamê Komîteya Pêwendiyan ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew amade ne tevahya axa Sûriyeyê ya di destê Artêşa Tirkiyeyê de kontrol bikin.

Endamê Komîteya Pêwendiyan ya Hêzên Sûrya Demokrat Ferhan Hecî Îsa, di hevpeyvîneke li gel malpera PYDê de ragihandiye ku şerê wan ê li dijî DAIŞê bidawî nehatiye û piştî jinavbirina wê rêxistinê, pêwîst e kar ji bo nehiştina hizra wê rêxistinê jî bê kirin.

Herwiha Hecî Îsa diyar kiriye ku Hevpeymanya Navdewletî piştevaniya xwe ji bo HSDê berdewam dike û piştî jinavbirina DAIŞê jî wê herdu alî bi hevre kar bikin.

Îsa destnîşan kir ku wek hêzeke sûrî, amadene tevahiya axa Sûriyeyê, ya ku di destê Artêşa Tirkiyeyê de ye, dubare kontrol bikin ku di nav de jî Cerablus, Ezaz, Bab û Efrîn hene.

Bi heman mijarî:

HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
Etîketan:
kontrol, ax, HSD, Hecî Îsa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de