22:13 18 Hezîran 2018
Şervanên HSDê - Derê Zorê

Îtalyayê hêzên leşkerî bo piştgiriya HSDê şandin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Tirkiyeyê Ajansa Anadoluyê (AA) welatê Îtalyayê hêzên leşkerî ji bo piştgiriya HSDê şandine bajarê Dêra Zorê ya li ser sînorê Sûriyeyê û Iraqê.

Li gorî ragihandina Ajansa Anadoluyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên ji Dêra Zorê nêzî hefteyek berê leşkerên Îtalyayê ji ser Iraqê ve çûne herêmên di bin kontrola HSDê ya bakurê Sûriyeyê.

Leşkerên îtalî yên di bin banê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê de, berî çûne Heseke piştre jî derbarê Dêra Zorê bûne û li baregeha leşkerî ya Amerîkayê yê li qada petrolê Omer a Dêra Zorê bicih bûne.

Herwiha hejmara leşkerên îtalî nehat eşkerekirin, lê ev hêz ji bo piştgiriya hêzên Amerîka û Fransayê yên li dijî DAIŞê şer dikin wê bike.

Hat diyarkirin ku leşkerên Îtalyayê rasterast wê beşdarî şerê li dijî DAIŞê nebin.

DAIŞ li parêzgehên Heseke û Dêra Zorê yên Sûriyeyê yên li ser sînorên Iraqê li du herêmên ji hev cuda û di bin dorpêçê de hebûna xwe berdewam dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê di destpêka meha Gulanê de bi piştgiriya Amerîka û Fransayê operasyona leşkerî li dijî DAIŞê dabû destpêkirin.

Bi heman mijarî:

HSD: Di operasyona Bagera Cizîrê de 27 gund û mezra hatin rizgarkirin
HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
Etîketan:
hêz, ypg, hsd, Ajansa Anadoluyê (AA), Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de