05:53 21 Hezîran 2018
Efrîn

Li Efrînê çekdarên ASAyê dîsa bihev ketin: 5 kuştî û bi 10an birîndar

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 50

Hat ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê dîsa di navbera du grûbên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de şer derket. Di encama şer de gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor çavkaniyên herêmî, li meydana Azadî ya navenda bajarê Efrînê di navbera çekdarên girêdayî grûba Efrar El Şeriya û yên girêdayî Siltan Muhammed Fatih de şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de herî kêm 5 çekdar hatin kuştin û sivîl jî di nav de gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, ji ber şerê navbera grûbên ASAyê rawesta Tirkiye mudaxele kiriye, lê digel Tirkiyeyê jî şer ranewestiyaye.

Herwiha duhî jî li navenda bajêra Efrînê li ser meseleya kontrolkirina îstasyona sotemeniyê di navbera grûbên ASAyê pevçûn derketibû.

Bi heman mijarî:

Li Efrînê mala mele talan kirin, pirtûk û destxetên wî şewitandin
'Xelkê Efrînê bîlbordên banga çarşef û sergirtinê dikin çirandin'
Çekdarên ASAyê endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê revandin
Werzîşvanê kurd ê ji Efrînê piştî ku hevrikê xwe yê tirk têk bir, ala Kurdistanê hil da
Derbarê rewşa Efrînê de raporek hat belavkirin
Etîketan:
ASA, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de