05:50 21 Hezîran 2018
HSD

HSD: Di operasyona Bagera Cizîrê de 27 gund û mezra hatin rizgarkirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor zanyariyên berdest, şervanên Hêza Sûriyeya Dmeokratîk (HSD) di nava hefteyekê ya operasyona Bagera Cizîrê de 27 gund û mezra rizgar kirin.

Navenda Ragîhandinê ya HSDê bîlançoya heftane li ser rûpelê xwe yê fermî belav kir. HSDê di daxuyaniya xwe de got: "Hêzên me hefteya yekem a operasyona rizgarkirtina bajaroka Dişîşa ya Hesekê bi dawî kir. Li herdû eniyên operasyonê yên rojhilat û rojava li gorî pîlana ji aliyê Odeya Çalakiyan ve hatiye amadekirin pêş ket. Di encamê de zirarên mezin gihandin rêxistina terorîst a DAIŞê. Hêzên me ji aliyê rojhiat ve 9 kîlometroyan pêş ve çûn û ji aliyê rojava ve 13 kîlometroyan pêş ketin."

HSDê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di encamê de hêzên me gundên El-Hemîdiye, Sefiyan, El-Mezar, El-Xibêre, El-Hecle, Şemas, Husên El-Hecle, El-Hese, El-Odat, Kilêb, Murcan û Em Mehfûra û mezrayên derdora wan ji terorîstan rizgar kirin. Bi sedan welatiyên sivîl ku di gundên navborî de asê mabûn ji cihên şer hatin dûrxistin. Gundên hatin rizgarkirin tijî mayîn û erebeyên bombebarkirî yên terorîstan bûn. Ekîbên me yên pispor ketin tevgerê û mayîn bê bandor kirin."

Li gor daxuyaniyê di şerê 4 rojên dawî de hejmarek terorîstên DAIŞî hatine kuştin, hin ji wan jî bi saxî dîl hatine girtin û miqdarek cebilxane hatiye desteserkirin.

Bi heman mijarî:

HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin
HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
Etîketan:
HSD, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de