13:32 23 Hezîran 2018
YPG - HSD

HSD: Milîtan rastî derbeyên giran hatin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 50

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gundê Deşîşe yê li başûrê rojhilatê Hesekê derbeyeke mezin li milîtanên DAIŞê xistin.

HSDê di daxuyaniya xwe de got: "Şervan li başûrê rojhilatê Hesekê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, firokeyên şer û topxaneya Artêşa Iraqê, me derbeyên mezin li milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê xistin ku ketine jêr dorpêçeke tund.”

Herwiha êrişa HSDê bo ser DAIŞê li rojhilat û başûrê rojhilatê Hesekê di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de ye. Piştî êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê, HSD operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê Dêrezorê û başûrê rojhilatê Hesekê dabû sekinandin û pişt re di destpêka meha gulanê de operasyon cara duyem hatibû  destpêkirin.

Gundê Deşîşe weke dawî binkeya sereke ya terorîstên DAIŞê li başûrê rojhilatê Hesekê tê hesibandin. DAIŞ hatiye dorpêçkirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo jî ragihandibû ku bi vî awayî milîtanên DAIŞê nikarin birevin. Pompeo gotibû ku devera Deşîşê li nêzîkî sînorê Sûriye û Iraqê binkeyeke sereke ya DAIŞê ye.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê civînek di navbera Rûsya, Sûriye û Îranê de hat lidarxistin
Serokê Meclisa Libnanê: Heta Sûriye rizgar nebe, Îran û hizbulah dernakevin
Sûriye: Me pêwendî bi HSDê re danî
Sûriye: Ji bo lihevkirina li ser herêmên Başûrê Sûriyê divê Amerîka ji Tanfê derê
ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Etîketan:
DAIŞ, HSD, Hesekê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de