05:54 21 Hezîran 2018
msd

MSD: Em bêyî dudilî diyaloga ligel hikumeta Sûriyeyê qebûl dikin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bêyî dudilî amade ne rûpeleke nû bi hikumeta Sûriyeyê re vekin û dest bi diyalog û danûstandinan bikin.

Li gorî ragihandina K24ê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand ku ev 8 sal in di ser şoreşa Sûriyeyê re derbas bû û hewldanên çareseriya leşkerî rê li ber encamên metirsîdar vekir, civaka Sûriyeyê perçe kir û bû sedema koçberkirin û guhertina demografîk. Li gel vê yekê di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destwerdanên hêzên derve jî rê neda ku aliyên Sûriyeyê li hev bikin.

Meclîsê destpêkirina danûsutandinan derbirî û got, "Me ji bo şerê li dijî terorê xebatên xwe dane meşandin û herêmên ku rêjîmê ji terorê vala kiribûn, me rizgar kirin. Dema ku hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniya vekirina deriyê danûstandinan da, me bêyî dudilî ev helwesta hikumetê qebûl kir."

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihandibû ku ew ê ji bo çareseriya rewşa deverê danûstandinê ligel Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin 3u herwisa Hevseroka MSDê Ilham Ehmed jî eşker kiribû ku ew amade ne ji bo van danûstandinan biçin Şamê.

Bi heman mijarî:

HSD: Em amade ne ku bi hikûmeta Sûriyê re gotûbêjan bikin
'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
Etîketan:
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de