09:49 23 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad

Aldar Xelîl: Ger Esad Federaliya Demokratîk bipejirîne, man û nemana wî bo me ne girîng e

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kiriye ger Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad projeya Federaliya Demokratîk bipejirîne, ji bo wan, man û nemana Esad li ser desthilatiyê ne girîng e lê ya girîng şêwazê rejîma nû ya Sûriyeyê ye.

Li gorî nûçeyeke K24ê, ku spartiye malpera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl anî ziman ku wan wekî PYDê hewl daye xwe ji şerê li ser desthilatiya Sûriyeyê dûr bigirin û got:, "Em ji bo desthilatiya Sûriyeyê kar nakin, armanca me ya tekane Sûriyeke demokrat e, ku têde Kurd, Ereb û Aşûrî wek hev bin."

Xelîl ji bo Hêzên Sûriyeya Demokrat tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin jî got, ger çareya siyasî hat dîtin û Sûriye bû welatekî demokrat, em ê bibin beşek ji Sûriyeyê û di hemû waran de, em ê bi hevdu re bin.

Bi heman mijarî:

Aldar Xelîl: Em amade ne bi Şamê re diyalogê bikin
Aldar Xelîl nûçeyên lihevkirinê red kirin: Civîn erênî bû lê lihevkirin pêk nehatiye
Rêdûr Xelîl behsa hevdîtina bi Macron re kir
Aldar Xelîl ji bo ENKSê du şert pêşniyar kirin
Etîketan:
Serokê Dewleta Sûriyeyê, Hevserokê TEV-DEMê, Beşar Esad, Aldar Xelîl, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de