09:45 23 Hezîran 2018
Serokê ENKSê Brahîm Biro

Li Qamişlo keç û zavayê Îbrahîm Biro hatin girtin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Li Qamişlo hêzên asayîşê bi ser mala xwişka Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro de girtin û digel zavayê wî Ebdulmecîd Mistefa bi xwe re birin.

Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro ragihand ku 10 çekdaran êrişî mala xwişka wî Gulîzar Biro kiriye, ew û 2 zarokên wê yên 11 û 13 salî ji mal derxistine û bavê zarokan jî bi zorê bi xwe re birine.

Li gor nûçeya Rûdawê Îbrahîm Biro wiha got: " Ew çekdarên PKKê bûn, dest danîn ser mala xwişka min. Herwiha mifta malê jî guhertine, ew jî bi hêceta ku mal milkê min e.

Biro diyar kir ku, berî 2 rojan asayîşa Qamişlo ji xwişka wî xwestiye ku malê teslîmî wan bike.

Herwiha hat ragihandin ku li Qamişlo xaniyê kurê Nûnerê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li nav Itîlafê Fuad Elîko jî hatiye hecizkirin û malbateke ji koçberên Efrînê ji aliyê Asayişê ve tê de hatiye bicihkirin.

Fûad Elîko daye xuyakirin ku hevserokê Tev-Demê Aldar Xelîl dikare vê pirsgirêkê çareser bike û got, "Sedema destgirtina bi ser xaniyê kurê min siyasî ye."

Bi heman mijarî:

Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Ji Rûsyayê di derbarê hevdîtina muhtemel ya Trump û Pûtîn de daxuyanî
Macron destê Trump givaşt
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Etîketan:
Rojava, sûriye, Qamişlo, Îbrahîm Biro
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de