10:00 19 Hezîran 2018
Beşar Esad

Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê

© REUTERS /
Sûriye
Lînkê kurt
0 03

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku tenê Artêşa Sûriyeyê şerê terorê dike û ew dê her bosta axa welatê xwe vegerînin bin desthilatdariya rêveberiya Şamê.

Esad di hevpeyvîneka ligel kovara brîtanî Mail on Sunday de diyar kir, aliyê sereke yê ku li Sûruyiyê şerê terorê dike Artêşa Sûriyeyê ye ku Rûsya û Îran piştevaniya wê dike.

Esed da zanîn: "Hebûna hêzên Amerîka û Brîtanya li Sûriyê nerewa ye û Amerîka, Fransa û Brîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hişt ku krîza Sûriyê dirêj bibe."

Serokê Sûriyeyê destnîşan kir ku beriya salekê wê krîza li Sûriyê were çareserkirin.

Esad li ser hişyariyên Amerîkayê yên bo Artêşa Sûriyê ku dibêje, nabe êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin jî got: "Em gelek giringiyê nadin wan gef û daxuyaniyan û em ê tevahiya xaka Sûriyê vegerînin bin desthilata xwe, ji ber ku ev erkekî niştimanî yê Sûriyê ye."

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Ji Rûsyayê di derbarê hevdîtina muhtemel ya Trump û Pûtîn de daxuyanî
Macron destê Trump givaşt
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Li Iraqê Teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn
Etîketan:
HSD, Beşar Esad, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de