01:19 18 Hezîran 2018
Kampa koçber a Rukbanê

Penaberên Rûkbanê ji hikumeta Sûriyeyê alîkarî xwestin

© AP Photo /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Bi hezaran penabarên kampa Rûkbanê ya nêzî Tedmûrê ku di bin kontrola hevpeymaniyê ya navdewletîde ye, ber bi çoltera Şamê ve çûn û alîkarî ji hikumeta Sûriyeyê xwestin.

Hat hînbûn ku hin penaberên kampa Rûkbanê bi rojnamevanan re axivîn e û ji bêalîkariyê gilîdarin ku bi kîlometreyan di çolê re meşiyan e ku bo alîkariyê biçin Şamê. Penaberê bi navê Remezan Hodor daxuyand, "Me xwest em ji kampê rizgar bibin, lê hindik mabû em ji birçîna bimrana. Li kampê ti tiştek tuneye, xwarin, vexwarin û dermanan xizmên me ji Şamê ji me anîn û çi di destê me de bû me dan wan."

Li kampa Rûkbanê ya penaberan û li baregaha leşkerî ya Tanfê ya DYAyê nêzî 60 hezar penaber dimînin. Komên çekdar yên opozîsyonê bo ragihandina alîkariyan, dibin asteng û destûrê nadin ti kesî. NY rewşa kampê wek 'bobelata mirovî' bi nav kir.

Bi heman mijarî:

Li Behra Spî 80 penaber hatin rizgarkirin
Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
Etîketan:
penaber, kamp, NY, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de