23:02 21 Hezîran 2018
Şervanên YPGê

Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengiya Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin di çarçoveya Bagera Cizîrê de gundê Himêdiyê di destê DAIŞê rizgar kirin.

Operasyona Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina gundewarên başûr rojhilatê Hesekê bi pêşveçûna şervanên YPGê û HSDê bi hemû leza xwe didome. Şervanan di xebatên lêgerînê de, li gundê Himêdiyê tuneleke ku dighêje heta bajaroka Dişîşa dîtin.

Li gor çavkaniyên herêmî şervanên HSDê ji destpêka operasyonê ve 10 kîlometroyan (km) pêşde çûn û niha 5 km nêzîkî bajaroka Dişîşa (baregeha dawî ya DAIŞ) bûn. Şervanan herî dawî gundê Himêdiyê ji çeteyan rizgar kirin. Bi Operasyona dawî şervan 14 km nêzî sînorê Iraqê bûn.

Piştî rizgarkirinê gund ji bermahiyan hat paqijkirin. Li gor agahiyan milîtanên terorîst ê DAIŞê ji gundê Ebû Hamide derdora gundê Himêdiye û Qerîra topbaran dikin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Çekên ku dan YPGê dê ji wan bên stendin
Plana Tirkiyeyê ji bo herêmên di destê YPGê de çi ye?
'Bi Mike Pompeo re em ê vekşîna YPGê eşkere bikin'
Twitterê vîdeoyeke YPGê li Tirkiyeyê asteng kir
Şervanên YPGê berê xwe didin herêmeke din
Etîketan:
HSD, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de