09:56 19 Hezîran 2018
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rêveberiya bajêr de daxuyanî da

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 50

Berdevkê Mevlîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku deriyê wan ji bo her kesî vekirî ye, ku bixwazin tevlî rêveberiya bajêr bibin û teqez kir ku dê tenê meclîsa leşkerî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî herêmê diparêze.

Piştî ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana bajarê Minbic kir û bi rêveberiya sivîl û leşkerî ya bajêr re civiya, Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbic Şervan Derwêş ragihand ku, "Me beriya niha jî di daxuyaniyên xwe de ragihadibû. Deriyê me ji her kesî re vekirîne. Ew kesên bixwazin vegerin malên xwe, an beşdarîhêzên leşkerî bibin, kar bikin û tevlî rêveberiya sivîl û leşkerî bibin dikarin werin. Di vî warî de ti astengiyên me nînîn. Lê em nahêlin tevlêheviyên ji derve bînin Minbicê."

Derwêş diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî ji wan re daye xuyakirin, ku dê Meclîsa Leşkerî ya Minbic li cihê xwe bimîne û dê ew jî piştevaniya wê encûmenê bikin.

Derwêş ev yek jî anî ziman, li herêmê divê rêveberiyeke leşkerî û sivîl hebe û got: "Em naxwazin li vir jî tevlîhevî çêbibe. Mînaka herêmên bin kontrola hêzên Tirkiyê li ber çav e. Efrîn û Ezaz li ber çav in û bê guman ev tevlîhevî dê derbasî Minbicê nebe. Hevpeymaniya Navdelwetî jî vê yekê dibêje."

Bi heman mijarî:

Siyasedmedarê kurd: Zû yan dereng YPG dê ji Minbic û Reqayê vekişe
Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
Etîketan:
rêveberî, ypg, Şervan Derwêş, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de