23:03 21 Hezîran 2018
Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Minbicê

'Dibe nexşerêya Minbicê têk biçe'

© REUTERS / RODI SAID
Sûriye
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (48)
0 10

Nivîskar û rojnamevan Amberin Zamanê derbarê nexşerêya Amerîka û Tirkiyeyê li ser Minbicê de nivîsî û got, hîn tenê çend roj di ser wê nexşerêyê re derbas bûne lê ji ber cudabûna têgihiştinê, xeter heye ku ew nexşerê tê biçe.

Amberin Zaman di nivîsa xwe ya Al Monitorê de diyar kir ku "hîn murekeba nexşerêya navbera Tirkiye û Amerîkayê ji bo Minbicê zuha nebûye. Lê cudahî di têgihiştina naveroka wê de dibe ku rê li ber başkirina têkilî û vegerandina baweriya navbera herdu welatan bike û wiha dewam kir: Hinek şirovekar hişyariyê didin ku ihtimal heye, encam xerabtir bibin, ne baştir bibin, di vê demê de ku Washington lê dixebite ku hevsengiyê têxe navbera hevbendê xwe yê giring ê NATOyê, Tirkiye û hevparên xwe yên yekem di şerê DAIŞê de, kurdên sûrî."

Li gorî Zamanê,  siyaseta birêveberiya Amerîkayê ya ku pê hewl dide hevkariyê li YPGê dewam bike û sozên nezelal bide wan ku dê li ser piştgiriya wan berdewam be û di heman demê de ji Enqereyê re piştrast dike ku çawa DAIŞ têk biçe, ew ê têkiliya xwe bi YPGê re bibire, him baweriya tirkan him jî ya kurdan kurdan bi wê siyasetê kêm dike.

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (48)

Bi heman mijarî:

Fermandarê Encumena Minbicê: Fransa hejmara leşkerên xwe yên li Minbicê zêde dike
Fermandarê ASAyê: Em dixwazin Minbicê bê şer kontrol bikin
Fermandarê Minbicê: Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ava nekiriye
Êdî zimanê kurdî jî li Minbicê tê perwerdekirin
General û berpirsên amerîkî li Minbicê serdana HSDê kirin
Hêzên Hevpeyman ji HSDê re: Em soz didin ku li Minbicê we li ji hemû êrîşan biparêzin
Etîketan:
Minbic, Tirkiye, Amerîka, NATO, YPG, Amberin Zaman
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de