20:19 20 Hezîran 2018
Hevserokê PYDê Salih Muslim

Ji Muslim bo Amerîkayê: Teslîmkirina Minbicê bo Tirkiyeyê zilm e

© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
Sûriye
Lînkê kurt
0 60

Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim di axaftina xwe de bangî Amerîkayê kir û ragihand ku teslîmkirina Minbicê bo Tirkiyeyê zilm e.

Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim di axaftina xwe ya çapemeniya Almanyayê de rexne li Amerîkayê girtin û got: "Eger Amerîka ji bo berjewendiya xwe herêmên ku şervanên me bi xwîna azad kirine teslîmî Tirkiyeyê bike ev zilmeke mezin e."

Salih Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên bi Amerîkayê re ne ebedî ne û dibe her kêlî têkilî biguherin. Her kes li gor berjewendiya xwe tevdigere. Em jî di têkiliyên xwe yen bi Amerîka, Rûsya û rejima Sûriyeyê de li gor berjewendiyên xwe tevdigerin."

Muslim di dirêjiya axaftina xwe de behsa îhtîmala destpêkirina pêwendiyên navbera PYD û rejima Sûriyeyê kir û got: "Bê şert û merc em amade ne bi rejima Sûriyeyê re dest bi muzakereyan bikin. Ji bo me nav ne girîng e ya muhîm naskirina mafê hemû pêkhateyan e. Em ê ji bo vê bixebitin."

Bi heman mijarî:

Mislim: Tirkiye peymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dike
Salih Mislim: Li pişta her dareke zeytûnê însanek heye
Mislim ji bo Efrînê bangî civaka navneteweyî kir: Çima hûn bêdeng in?
Mislim: Em ne ji bo herêmeke serbixwe ji bo Sûriyeke demokratîk dixebitin
Amerîka vîze neda Salih Mislim
Etîketan:
Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de