06:00 21 Hezîran 2018
ASA Talankariya Efrînê

Li Efrînê mala mele talan kirin, pirtûk û destxetên wî şewitandin

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Milîtanên muxalefeta Sûriyeyê yên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve li Efrînê mala mele û pêşnimêjê mizgefta Erendê talan kirin, pirtûk û destnivîsên mele jî şewitandin.

Hat ragihandin ku milîtanên girêdayî artêşa Tirkiyeyê mala meleyê mizgefta Erendê ya Efrînê Hişyar Ebdî talan û wêran kirine û pirtûk û destxetên wî jî şewitandine.

Li gor nûçeya Rûdawê li Efrînê mala melayê kurd ku di heman demê de bi nasnavê Navdar helbestan dinivîse talan kirine, destxetên wî şewitandine û ziyaneke mezin gihandine kelûpelên nav malê.

Li gor nûçeyê Hişyar Ebdî daye xuyakirin ku çekdaran jê re gotiye ew bi destûra hikûmeta Tirkiyeyê van karan dikin.

Hişyar Ebdê pêşnimêjê Mizgefta Erendê ye, pisporê çend warên zanistî û wêjeyî ye û 3 dîwanên wî yên helbestan hene.

 

Bi heman mijarî:

Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?
Bernameya TRTê ya Demirtaş diyar bû: Dikare zindî jî biaxive
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Etîketan:
Talan, Sûriye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de