20:24 20 Hezîran 2018
Suriye, Dera

'Rêya ku bakur-başûrê Sûriyeyê bi hev girê dide hat vekirin'

© REUTERS / Alaa Al-Faqir
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyê, ragihand ku rêya M5 a ji bakurê Sûriyeyê heta Şamê û ji wir jî heta Urdinê diajo cardin ji çûn û hatinê re hatiye vekirin.

Di daxuyaniya ji Navendê Lihevanînê hat dayin, rêya M5 ku ji Dera, Şam, Hûmûs, Hama û Helebê re derbas dibe û bakur û başûrê welêt bi hev girê dide ji çûn û hatinê re hatiye vekirin. Herwiha hat eşkerekirin ku herêmên nêzî rê ku di bin kontrola hin komên çekdar de bûn, ji mayinan hatiye pakijkirin.

'BI BAŞBÛNA REWŞA HERÊMÊ, PENABER LI MALÊN XWE VEDIGERIN'

Ji aliyê din ve jî hat gotin ku di 24 saetên dawî de, 370 penaber vegeriyane malên xwe yên li Xûtaya Rojhilat û li Hûmûsê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi başbûna rewşa herêmê û avakirina aştiyê ve penaber dê li malên xwe vegerin. Di 24 saetên dawî de 231 kes li Hûmûsê, 143 kes jî li Xûtaya Rojhilat vdegeriyane."

Etîketan:
xanî, mal, , herêm, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de