04:19 22 Hezîran 2018
Amerîka li Minbicê baregehe nû ya leşkerî ava dike

'Şandeyeke hevpeymaniyê serdana Minbicê kir: Em ê nehêlin komên çekdar têkevin bajarî'

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)
0 0 0

Bikahênerê medyaya civakî Îdrîs El Osoyî ragihand ku şandiyeke leşkerî û dîplomasî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike îro serdana Minbicê kiriye û soz daye ku dê nehêlin komên dijberiyê yên çekdar têkevin Minbicê.

El Osoyî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku balyozê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn li Minbicê axiviye û soz daye ku dê nehêlin komên dijberiyê yên çekdar têkevin Minbicê.

Herwiha li gorî agahiyên rojnamevanî dane û hinek dîmen pê re parve kirine, şandeya hevpeymaniyê li bazara bajarî geriyaye û heman tişt ji xelkê re jî dubare kiriye.

El Osoyî li ser hesabê xwe yê Facebookê jî vîdeoyek weşand û tê de ragihand ku şandeyê misoger kiriye ku dê bajarî biparêzin.

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)

Bi heman mijarî:

AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
Etîketan:
Rojhilata Navîn, Amerîka, Îdrîs EL OSO, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de