19:11 23 Hezîran 2018
Efrîn- zaro - hesp

'Xelkê Efrînê bîlbordên banga çarşef û sergirtinê dikin çirandin'

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 10

Li bajarê Efrînê yê Rojava yê ku Artêşa Tirkiyeyê û komên dijberiya Sûriyeyê berî demekê kontrol kiribû, hinek reklam li ser bîlbordan hatin daliqandin ku dixwaze jin serê xwe bigirin, çarşefê û kincên fireh li xwe kin û kincên transparat li xwe nekin. Xelkê Efrînê ew bîlbord çirandin û protesto kir ku polîs neçar ma yên mayî jî rake.

Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û komên sûrî yên pê re bajarê Efrînê yê Rojava kontrol kir, gelek nîqaş li ser şêwaza birêvebirina bajarî hatin kirin ku herî dawî ew bîlbordên reklama sergirtin, lixwekirina cil û bergên girtî bû.

Aktivîstan li ser medyaya civakî hinek wene belav kirin û teqez kirin ku ew ji bajarê Efrînê ne ku di wan wêneyan de bang li jinan tê kirin da ku çarşev û hicabê li xwe bikin û kincên transparan û fireh li xwe bikin.

Li gorî Al Arabiyayê, hinek bikarhênerên din gotiye, ew wêne ji bajarê Babê ne ku ew jî di bin kontrola Tirkiye û komên dijberiya Sûriyeyê de ne lê belê lêkolîner û aktîvîst Elizabeth Tsurkov teqez kir ku ew wêne ji Efrînê ne û sivîlên bajarî ew poster çirandibûn û polîsan herêmî jî yên mayî rakiribûn.

​Tsurkov diyar dike ku polîsên herêmî yên Tirkiye piştgiriya wan dike ew poster û bîlbord di encama protestoyên xelkê Efrînê de rakirine.

​Lê bikarhênerê medyaya civakî Riam Dalatî navnîşana ku ew bîlbord lê hatibûn çapkirin jî weşand û piştrast kir ku ew li Efrînê ne.

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Rudskoy: Operasyona Artêşa Sûriyeyê ya rizgarkirina çoltera Şamê bi dawî bû
Rûsya: Li Sûriyeyê depoyên çekên aîdî NATOyê yên milîtanan hatin bidestxistin
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
Putin bang li Ewropayê kir: Alîkariya xelkê Sûriyeyê bikin
‘Amerîka hebûna xwe ya li Sûriyeyê zêde dike'
Etîketan:
Tirkiye, Elizabeth Tsurkov, Efrîn, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de