02:59 18 Hezîran 2018
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş

Şervan Derwêş: Tirkiye biryarên civîna Încîrlîkê binpê dike

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş tekez kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navdewletî de bû. Derwêş destnîşan kir Tirkiye propagandaya li ser tiştên ku lihevnekirine, dike û biryarên civîna ku li baregeha Încîrlîkê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevlî bûbû, bin pê dike.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji ajansa ANHAyê re axivî û got ku: "Tirkiye û her kes dizanin ku bajarê Minbicê yek ji bajarên bi ewle ye û rewşa wê baş e. Beriya ku dewleta tirk behsa Minbicê bike pêwîst e behsa Cerablûs, Bab û Efrîn bike. Ew herêmên ku ji aliyê çeteyên wê ve hatin dagirkirin û rojane dizî û talana welatiyan dikin û di encama şer û pevçûn di navbera çeteyan de welatiyên sivîl dibin qurbanî û şerpeze dibin."

Şervan destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navnetewî û herêmî de pêk hatine û Tirkiye jî beşekî ji van lihevkirinan bû. Niha jî Tirkiye propagandeya mijarê berûvajî biryarên civîna ku li baregeha leşkerî ya Încîrlîk a li Tirkiyeyê hatibûn girtin, dike.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh di daxuyaniyeke xwe de ya di derbarê vekişandina Yekîneyên Parastina Gel û şêwermendên wê ji bajarê Minbicê de got ku beriya hemleya rizgarkirina Minbicê ya beriya du salan dest pê bike, li baregeha Încîrlîk a Tirkiyeyê civînek pêk hat. Di wê civînê de nûnerên Amerîka, rayedarên tirk û şandeya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serokatiya fermandarê meclîsê yê berê "şehîd Ednan Ebû Emced" beşdar bûn û şerê li Minbicê gotûbêj kirin û di vê derbarê de lihevkirin bi beşdariya tirkan pêk hat.

Di derbarê ihtîmala êrîşeke Tirkiyeyê li dijî Minbicê Şervan Derwêş piştrast kir ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê bersiva êrîşê bide û got ku hêzên wan dê bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê li ber xwe bidin.

Şervan Derwîş got ku fermandariya hêzên wan di vê derbarê de dê bi Koalîsyona Navnetewî re bicive.

Bi heman mijarî:

Şervan Derwêş: Em hebûna leşkerî Tirkiyeyê li Minbicê qebûl nakin
Giringiya Minbicê bo YPG Tirkiye û Amerîkayê çi ye?
Pentagonê bersiva da îdîaya Çavuşoglu ku modela Minbicê li herêmên din jî were cîbicîkirin
Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji Minbicê venakişin
Etîketan:
biryar, YPG, Sputnik, Şerwan Derwêş, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de