03:02 18 Hezîran 2018
YPG

YPG piştî pêşveçûna 8 kîlometroyan gundekî din rizgar kir

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) ku peşengiya HSDê dikin di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de 8 kîlometro pêş ve çûn û gundê Murcanê rizgar kirin.

Operasyona Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê ji terorîstên DAIŞî û peşveçûna şervanan didome. Operasyon ji aliyê rojava û rojhilatê bajarê Deşîşê ve bi du başkan dewam dike û şervan nêzî 3 kîlometroyan pêş ve çûn.

Li gor çavkaniyên herêmî, şervanên YPGê piştî şerekî giran bi milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê re gundê Murcanê ku 17 kîlometroyan dikeve rojhilatê navçeya Şedadê rizgar kirin. Tîmên taybet ên YPGê xebatên lêgerînê û paqijkirina herêmê ji mayînan didomînin.

Li gor agahiyan şervanên YPGê di nava 24 seetan de 8 kîlomotro pêş ve çûn û bermahiyên DAIŞê paqij kirin.

Bi heman mijarî:

Şervanên YPGê 4 gundên din rizgar kirin
Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê
Çavuşoglu: Çekên ku dan YPGê dê ji wan bên stendin
Plana Tirkiyeyê ji bo herêmên di destê YPGê de çi ye?
'Bi Mike Pompeo re em ê vekşîna YPGê eşkere bikin'
Twitterê vîdeoyeke YPGê li Tirkiyeyê asteng kir
Etîketan:
Operasyona Bagera Cizîrê, HSD, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de