05:53 21 Hezîran 2018
Rojava

Aldar Xelîl: Em amade ne bi Şamê re diyalogê bikin

© AFP 2018 / LOUISA GOULIAMAKI
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Hevserokê Desteya Birêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand ku amade ne ku şandeyekê bişînin şamê da ku binerin bê hikûmeta Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad razî ye, xweseriya kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê qebûl bike yan na.

Li gorî nûçeya APê, rayedarê kurd ê payebilind îro ji wan ragihandiye ku amade ne ku siberoja herêma bakurê rojhilatê Sûriyeyê li gel hikûmeta Şamê gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî piştî rojekê ji daxuyaniya Amerîka û Tirkiyeyê ya derbarê nexşerêya Minbicê de hatiye dan. Lê belê Xelîl diyar kir ku "ev pêşniyar ne berteka lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê ye".

Herwiha di nûçeyê de tê îdîakirin ku berî niha hinek gotûbêj bi navbeynkariya Rûsyayê hatibûn kirin lê encam ji wan derneketibûn.

Xelîl dibêje: "Eger encam dê aştî û istiqrar be, ev encam dê di berjewendiya her kesî de be."

Bi heman mijarî:

Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike
Fermandarê amerîkî: HSDê dîsa bibandorbûna xwe îsbat kir
Rewşa dawî ya şerê HSDê li dijî DAIŞê
Fermandarê Giştî yê HSDê: Em amade ne hevkariyê bi hêzên erebî re bikin
'HSDê daxwaza vekirina nûneritiyekê li Amerîkayê kir, Tirkiye bifikar e'
Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir
Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin
Etîketan:
Sûriye, Rûsya, TEV-DEM, Aldar Xelîl, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de