09:46 19 Hezîran 2018
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş

Şervan Derwêş: Em hebûna leşkerî Tirkiyeyê li Minbicê qebûl nakin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Piştî ragihandina nexşerêya navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya têkilîdarî Minbicê ku dibêje, Amerîka û Tirkiye dê bi awayekî hevpar kontrola leşkerî ya bajarî de dabîn bikin, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş bertak da û got, "em ê ti hebûneke leşkerî ya Tirkiyeyê qebûl nekin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêşê civîneke rojnamevaniyê bi rê ve bir.

Li gorî nûçeya Reutersê, "Derwêşî gotiye ku şêwirmendên YPGê dê di rojên pêş de ji bajarî derkevin."

Tê gotin ku li gorî nexşerêya navbera Amerîka û Tirkiyeyê, leşkerên tirk û amerîkî bi hev re li bajarî werin bicîkirin. Derwêş got ku dê vî tiştî qebûl nekin û diyar kir ku li bendî ne ku hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike hûrgiliyên wê nexşerêyê bidin wan.

Herwiha Derwêş teqez kir ku dikarin li dijî tehdîdên derveyî ewlekarî û sînorên Minbicê biparêzin.

Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê girêdayî HSDê ye ku YPG pêşengiya wan dike.

Bi heman mijarî:

Heddad: Divê Amerîka û Tirkiye ji nav axa Sûriyeyê derkevin
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Leşkerên Sûriyeyê ji bo cihên ciyayî wesaîdên taybet çê kirin
Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê: Em ê ji veberhêneran re hêsankariyê bikin
Şoygu: Me moşekên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn çêkirin li Sûriyeyê ceribandin
Îranê teqez kir ku hebûna wê ya li Sûriyeyê dê dewam bike
Dêra Ortodoks ya ku li Sûriyeyê ji aliyê milîtanan va hatibû xerabkirin tê restorekirin
Etîketan:
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, HSD, Tirkiye, YPG, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de