09:53 19 Hezîran 2018
Parlamena Ereb Hizbulah weke rêxistina terorî îlan kir

Serokê Meclisa Libnanê: Heta Sûriye rizgar nebe, Îran û hizbulah dernakevin

© hîzbulah
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Meclisa Libnanê Nebîh Berî ji Sputnikê re li ser qeyrana Sûriyeyê, hevkariya Libnan û Îranê, veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê axift û got, "heta Sûriye rizgar bibe û yekîtiya axa xwe venegerîne, ev hêz(Îran û Hizbullah) dê venekişin."

Serokê Meclisa Libnanê Berî di axiftina xwe ya li gel Sputnikê de got, "Hizbullah li Sûriyeyê nebûya, milîtanên DAIŞê dê bigihiştina Libnanê."

"HIZBULLAH NE LI SÛRIYEYÊ BÛYA, DAIŞ DÊ LI LIBNANÊ BÛYA"

Berî got, "Eger Hizbullahê ne li Sûriyeyê bûya, DAIŞ dê li vê derê li Libnanê bûya."

ÇI TIŞTÊ LI SÛRIYEYÊ DIQEWIME, BANDORÊ LI LIBNANÊ DIKE"

Herwiha Berî diyar kir ku Libnana ku nêzîkî milyon û nîvek sûrî lê dijîn û Sûriye wek "cêwiyan" in û wiha got, "em wan sûrî) wek biyaniyan nabînin. Çi tiştê li Sûriyeyê diqewime bandorê li Libnanê dike."

Serokê Tevgera Emelê ya şîî ku li Libnanê nêzîktirîn hevbendê Hizbullahê ye, Berî got, "heta Sûriye rizgar bibe û yekîtiya axa xwe venegerîne, Îran û Hizbullah dê ji Sûriyeyê venekişin."

Herwiha Berî teqez kir ku wek Hêzên Hewayî û Fezayê yên Rûsyayê, leşkerên Îranê jî li ser daxwaza hikûmeta Sûriyeyê li wî welatî ne û Amerîkaya ku dixwaze Hizbulah û Îran ji Sûriyeyê derkevin, bêdestûr leşkerên xwe li wî welatî bi cî kirine û dubare kir ku "heta Sûriye rizgar bibe û yekîtiya xaka wê vegere, ew hêz(Îran û Hizbulah) dê li wir bin."

"FRANSAYÊ DAXWAZA EYARKIRINA CIVÎNEKÊ NEKIRIYE"

Berî diyar kir ku Frnsayê ji Libnanê nexwestiye ku hevdîtinekê di navbera welatên herêmê de eyar bike û got, "Heta gotûbêj di navbera Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Fransa yan jî hema welatekî din ê Ewropayê de çênebe, ne pêkan e ku qeyrana Sûriyeyê çareser bibe. Heta ev alî li hev nekin, çareseriya siyasî pêk nayê".

Siyasetmedarê libnanî got, "Libnan di vê mijarê de ti rolê nalîze. Helbet dibe, sûdê ji lihevkirineke li Sûriyeyê bigire lê nikare vê biryarê ferz bike."

Berî destnîşan kir ku Fransa û Amerîkayê ji Libnanên daxwaz nekiriye ku temasan bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî re pêk bîne.

"VEGUHESTINA BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ BO QUDSÊ"

Li ser veguhestina balyzoxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê, Berî destnîşan kir ku vî tiştî ihtimala lihevkirineke li herêmê dereng xist û wiha dewam kir: "Hevdîtin bêyî Qudsê bi ser nakevin."

Berî teqez kir ku mueyideyên Amerîkayê li ser Îranê dê hevkariya xurt a Beyrût û Tehranê xera neke.

Siyasetmedarê libnanî got, "têkiliyên tekûz li gel Tehranê hene û mueyideyên Amerîkayê di vê çarçoveyê de jî ne tiştekî nû ne." Lê Berî diyar kir ku hikûmeta Libnanê dê biryarên mueyideyên Amerîkayê cî bi cî bike."

Berî got, "berteka min cuda ye ya fermî ya Hikûmeta Libnanê cuda ye. Hikûmeta Libnanê neçar e ku mueyideyan cî bi cî bike. Eger ev mueyide li himberî kesekî diyar be, têkiliyan danayinin. Naxin girtîgehê lê dê were qedexekirin ku ew kes çi kirarekê di bankaya neteweyî de bike."

Bi heman mijarî:

HSDê rewşa dawî ya Çiyayê Birseyê ji Sputnikê re ragihand
Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin
HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
Pentagon: Çekên HSDê ji bo armanceke baş tên bikaranîn
'Amerîka kerwanek çek ji HSDê re şand'
Pentagon: Balafirên hevpeymaniyê li hêzên hikûmeta Sûriyê yên li HSDê dabûn xistin
Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
Etîketan:
Meclisa Libnanê, Nebîh berî, beyrût, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de