20:28 20 Hezîran 2018
Amerîka li Minbicê baregehe nû ya leşkerî ava dike

Pentagonê bersiva da îdîaya Çavuşoglu ku modela Minbicê li herêmên din jî were cîbicîkirin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway diyar kir ku nexşerêya Amerîka û Tirkiyeyê ji bo Minbicê li ser li hev kiriye, tenê ji bo vî bajarî ye û herêmên din ên Sûriyeyê nagire nav xwe.

Li gorî nûçeya Al Hurayê, Gallowayî gotiye ku nexşerêyê dê li gorî guhertinên li ser erdê were cîbicîkirin û wiha dewam kir: Tiştê giring ew e ku aktor li ser têkbirina DAIŞê bisekinin."

GELO EV NEXŞERÊ DÊ BANDORÊ LI TÊKILIYÊN AMERÎKA Û HSDÊ BIKE?

Li ser pirsyara bê gelo piştî vê nexşerêya navbera Tirkiye û Amerîkayê, dibe ku guhertin di têkiliyên HSD û Amerîkayê de çêbibin, berdevkê Pentagonê got, "Tirkiye hevbendekî di NATOyê de ye û hevparekî hevpeymaniya dijî DAIŞê ye…Em hîn jî ji nêzîk ve li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixebitin."

Ev daxuyaniyên berdevkê Pentagonê di demeke wiha de hatin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî du sêşemê gotibû, li gorî nexşerêyê, modela li Minbicê dê li herêmê din ên ku YPG li wan heye were cîbicîkirin.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Piştî wê rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê duh sêşemê gotibû ku nexşerêya têkilîdarî Minbicê ji bo wê yekê tê kirin ku şer li bajarî çênebe û diyar kiribû ku "cîbicîkirina wê dê aloz û dirêj be."

"HERÊMÊN DIN NE TÊ DE NE"

Herwiha Çavuşogluyî gotibû ku modela Minbicê dê li herêmên din wek Kobanî û Reqayê jî were sepandin. Galloway li ser vê îdîayê wiha got, "Ez dizanim ku ev nexşerê li ser Minbicê tê sepandin û li herêmên din, wek mînak Reqa, ne tê de ne. Tirkiye hevbendeke NATOyê û hevparê me ye û ez piştrast im ku dê mekanîzmeyên heyî bi kar bînin".

Bi heman mijarî:

Hat îdiakirin ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser Minbicê li hev kir
Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
Piştî serdana generalê amerîkî bo Minbicê, çi li wir diqewime?
Pentagon: Tekane muxatabê me Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye
Reuters: Amerîka ne li Efrînê li Minbicê dinêre
Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Minbic, Tirkiye, HSD, Adrian Rankine-Galloway, Minbic, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de