20:30 20 Hezîran 2018
Minbic - YPG- rizgar

Nexşerêya Minbicê, senaryoyên mihtemel û rola YPGê

© REUTERS/ RODI SAID
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Piştî ragihandina ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser nexşerêyeke ji bo bajarê Minbicê li hev kiriye û ragihandina YPGê ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vedikişîne, pirsyar zêde bûn bê gelo çarenûsa wî bajarî dê çawa bibe û rola YPGê di vê mijarê de çi ye. Rojnameya El Şerq el Ewsetê derbarê mijarê de nivîsî.

Rojnameya el Şerq el Ewsetê nivîsek derbarê nexşerêya ku Amerîka û Tirkiyeyê ji bo Minbicê li ser li hev kiriye de belav kir û got, "sepandina nexşerêyeke aloz a bajarê Minbicê li bakurê Sûriyeyê dê ezmûnek be ji bo ku Amerîka û Tirkiye dîsa baweriya xwe bi hev bînin."

"EGER WERE CÎBCÎKIRIN, ÎŞARETA XIYANETEKE DIN E"

Li gorî rojnameyê, cîbicîkirina vê nexşerêyê îşaretek e ku ihtimal heye, YPGê careke din rastî xiyaneta Amerîkayê were ku wan li rojhilatê Firatê diparêze û herwiha dibe ku ev ji bo wê yekê be ku "daxwazên serkirdeyên kurd kêmtir bikin."

NAVEROKA NEXŞERÊYÊ DÊ ÇAWA BE?

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Derbarê hûrgiliyên nexşerêyê de jî, rojname van agahiyan dide: Dewriyeyên amerîkî-tirkî dê li derdora Minbicê bigerin, YPG dê ji bajarî derkeve û biçe rojhilata Firatê, rola Meclisa Leşkerî ya Minbicê dê were qayimkirin, Meclisa Sivîl a Minbicê dê were damezirandin, penaberên ereb û kurd dê vegerin deverên xwe yên resen."

"HER TIŞTÎ GIRÊDAYÎ BAWERIYA NAVBERA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ YE"

Ji aliyê din ve, rojname diyar dike ku piştî herdu aliyan li ser vê nexşerêyê li hev kir, derket holê ku amerîkî û tirk nexşerêyê bi awayên cuda dixwînin; "Enqere dixwaze planê di nava 10 rojan de û cî bi cî bike û derketina YPGê û radestkirina çekên wan li gorî demeke diyar û neguherbar pêk werin û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û ya sivîl jî bi heman awayî werin damezirandin lê li himberî vê Washington wiha difikire ku programa demî 'rêberî' ye û pêkanîna her qonaxekê girêdayî wê yekê ye bê qonaxa berî wê çiqasî serkeftî bûye. Anku girêdayî baweriya navbera Amerîka û Tirkiyeyê ye û germbûn û sarbûna têkiliyên navbera YPG û Enqereyê ye."

"ENCAMÊN CIVÎNÊN AMERÎKA Û TIRKIYEYÊ BERÎ HEFTEYEKÊ JI YPGÊ RE HATIBÛN RAGIHANDIN"

Fermandarekî YPGê duh teqez kiriye ku armanca wan a kontrolkirina bajarî tine ye û destnîşan kir ku berî çend saetan Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hevpeymanî civiyane lêhefteya borî encamên civînên Amerîka û Tirkiyeyê yên li Enqereyê û nivîsîna reşnivîsa lihevkirinekê ji YPGê re hatibûn ragihandin û wiha dewam kir: Dora 300 şervanê YPGê (li Minbicê) hebûn lê ew hejmar her bi hêdî hêdî kêm bû û tenê şêwirmend man ku hejmara wan 30 e û ew jî li ser perwerdekirina Meclisa Leşkerî ya Minbicê xebitîn ku ew meclis jî ji 5 heta 6 hezar şervana pêk tê. Îca çawa pêwîstî bi wan nemîne, ew şêwirmend dê vekişin rojhilata Firatê da ku tev li şerên bidawîkirina DAIŞê bibin."

"QONAXA YEKEM A PLANA NAVBERA TIRKIYE Û AMERKAYÊ"

Fermandarê YPGê texmîn kir ku di qonaxa yekem de dewriyeyên amerîkî-tirkî li ser xetên temasê yên navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û komên mertala Firatê yên Tirkiye piştgiriya wan dike û wiha dewam kir: Pêwîstî bi aramî û vegerandina hevsengî û baweriyê heye da ku qonaxa duyem a planê were cîbicîkirin."

Li gorî nûçeyê, plan dê wiha dewam bike: "Piştî wê dê li ser Meclisa Leşkerî ya Minbicê bisekinin û veguhestina birêveberiyê bo meclisa sivîl ku hinek xelkê bajarî û hinek kesayetên kurd jî di anva xwe de dihewîne û vegera penaberên kurd û ereb."

Bi heman mijarî:

Berdevkê Koalîsyonê: YPGê em dawetî Sûriyê kirin
'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'
Dişên DAIŞî reviyan cem YPGê
Artêşa Tirkiyeyê çeperên YPGê topbaran dike
YPGê di derbarê Telal Silo de daxuyanî da
'Hemû operasyon bi planên şêwirmendên rûsî û alîkariya YPGê bi ser ketin'
Tirkiye bersiv da daxuyaniya Pentagonê ya derbarê YPGê de
‘Dibe navê YPGê wek ‘Yekîneya Parastina Sûriyeya Bakur' bê guhertin
Etîketan:
ASA, YPG, SÛriye, Sûriye, Amerîka, Washington, Enqere, Tirkiye, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de