09:44 19 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ji Minbicê venakişin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Piştî lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser Minbicê, YPGê jî bi fermî daxuyand ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vedikişînin. Hat ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê li bajêr bimîne. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî eşkere kir, Meclîsa Leşkerî dê li bajêr bimîne, lê YPG şewirmendên xwe yên leşkerî bikşîne.

Hikmet Durgun

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Piştî ku Amerîka û Tirkiye li ser nexşereya Minbicê li hev kirin, Yekîneya Parastin a Gel (YPG) eşkere kir ku şewirmendên leşkerî ji bajêr vekişînin. Hat ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e dê ji Minbicê venekişe û parastina bajêr jî hêzên wan pêk bîne. Şeva din hevdîtineke girîng li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Minbicê di navbera leşkerên amerîkî û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de pêk hat. Hat diyarkirin ku leşkerên amerîkî soz dane ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bajêr bimîne. Ji aliyê din ve dê birêveberiya bajêr ji aliyê meclîsa sivîlan pêk were û çend navên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve were pêşkeşkirin, di birêveberiyê de cih bigirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê ji bajêr dernekeve û dê bajêr dîsa ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve were parastin. Bozî destnîşan kir ku şewirmendên leşkerî yên YPGê ji bajêr vekişin û teqez kir ku hêzên HSDê li Minbicê tine ne.

Bi heman mijarî:

YPG: HSDê li Minbicê dimîne
Berdevkê nû yê hevpeymaniyê: Li Minbicê ti guhertineke operasyonel nîne
Amerîkayê piştrast kir: YPG ji Minbicê vedikişe
Pispor Wilgenburg: Kes nizane bê ev peyman ji bo Minbicê tê çi wateyê
YPG Şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişîne
Etîketan:
bajêr, ypg, Sputnik, Xelîl Bozî, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de