20:31 20 Hezîran 2018
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

YPG: HSDê li Minbicê dimîne

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd diyar kir ku ti çekên YPGê li Minbicê tine ne û got ku "şêwirmendên wan dê ji Minbicê vekişin lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dê li bajarî bimînin."

Duh Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Washingtonê bi hevkarê xwe yê amerîkî Mike Pompoeyî re civiyabû û piştî wê herduyan bi dauxyaniyeke hevpar ragihand ku li ser nexşerêyeke têkilîdarî bajarê Minbicê li hev kiriye.

Çavuşoglu eşkere kir ku wan li hev kiriye ku YPGê ji Minbicê vekişe û di dema vekişîne de çekên ku Amerîkayê dane wan jî radest bikin. Herwiha wezîrê tirk îdîa kir ku di lihevkirina wan de ew xal jî heye ku modela Minbicê li deverên din ên di kontrola YPGê de bisepînin.

Piştî van bûyeran, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro daxuyaniyeke nivîskî da û tê de got ku komeke şêwirmendên leşkerî yên girêdayî hêzên wan, peywirên xwe yên şêwir, piştgirî û rahênana Meclisa Leşkerî ya Minbicê temam kirine û teqez kir ku wan şêwirmendên xwe ji bajarî kişandine.

"ÇEKÊN CIDÎ YÊN YPGÊ LI MINBICÊ TINE NE"

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mehmûdî gotiye ku" çekên li wê derê, ne çekên YPGê lê belê zêdetir çekên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ne, şêwirmendên leşkerî yên YPGê bi çekên xwe yên ferdî li wê derê ne û Encûmena Leşkerî ya Minbicê ev alî ye ku xwedan çek e li wê derê. Ti çekên YPGê yên wisa cidî li Minbicê tine ne."

Herwiha Mehmûdî diyar kiriye ku YPG ji bajar vedikişe, ne HSDê ku ew dê li wir bimîne û wiha dibêje:"Vekişîn dê ne ya hêzên HSDê be, vekişîn dê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) be. YPG ji aliyê gelê Minbicê ve hatibû vexwandin, daku li hember terora DAIŞê şer bike û bajarê Minbicê bihê rizgarkirin. Ew yek di 2016an de me pêk anî, piştre hêzên me ji Minbicê vekişiyan, lê belê ji ber ku pêwîstiya Encûmena Leşkeriya Minbicê bi ezmûn û profesyoneliyê hebû, hinek ji şêwirmendên leşkerî ji aliyê YPGê ve li wê derê man."

Bi heman mijarî:

Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
Cenazeyê şervanê YPGê gihişt Herêma Kurdistanê
YPGê sedema vekişîna ji Efrînê eşkere dike
Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
Şervanên YPGê li Efrînê du çalekî li dar xistin: 12 çekdar hatin kuştin
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Minbic, Tirkiye, Amerîka, Rûdaw, YPG, Nûrî Mehmûd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de