19:03 23 Hezîran 2018
YPG

Şervanên YPGê 4 gundên din rizgar kirin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike gundê Feke û 3 mezre rizgar kirin.

Li gor çavkaniyên herêmî şervanên kurd di çarçoveya operasyona Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê de ji du milan ve nêzî 4 kîlometroyan pêş ketin û gundê Fekê û 3 mezre ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.
Şervanên HSDê di çarçoveya operasyonê de gundê Feke ku 15 kîlometroyan dikeve başûrê Şedadê tevî 3 mezrayên li derdor bi temamî ji terorîstên DAIŞê paqij kirin. Şervanên kurd bi awayekî serkeftî bi pêş ve diçin. Hemû êriş û kêmînên terorîstên DAIŞî vala tên derxistin.

Wek tê zanîn operasyon ji ber êrîşên ser Efrînê hatibû rawestandin. Herwiha rêxistina terorîst ev p3Evajo jixwe re wek derfet dît û xebatên xwe yên başûrê Hesekê zêdetir kirin.

Bi heman mijarî:

YPG Şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişîne
Amerîkayê piştrast kir: YPG ji Minbicê vedikişe
YPG: Me êrişî baregehên leşkerên tirk kir, kuştî û birîndarên wan hene
Siyasedmedarê kurd: Zû yan dereng YPG dê ji Minbic û Reqayê vekişe
Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
Etîketan:
HSD, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de