09:48 23 Hezîran 2018
PYD

Hêza HAT a Rojava rêveberê partiyeke kurdî li Kobaniyê binçav kir

© Sputnik / Hediye Levent
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Rêxistina Kobaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd- El-Wehdê ku bixwe nêzîkî rêveberiya xweser a Rojava ye, ragihand ku berpirsê wan ê Herêma Kurdistanê Îbrahîm Mihemed şeva borî li Kobaniyê ji aliyê Hêza HAT ve hatiye binçavkirin.

El Wehdê di daxuyaniya xwe de diyar kir, "Îbrahîm Mihemed dema ji bo serdanê vegeriyabû Kobaniyê bêyî ti biryareke dadgehê li gundê Şêxan bi awayekî ne layîq hatiye binçavkirin."

Rêxistina El-Wehdê ya li Kobaniyê di daxuyana xwe de, girtina Îbrahîm Mihemed, şermezar kir û berpirsyariya selametiya hilda milê rêveberiya xweser Rojava û daxwaza berdana hevalê xwe û hemî girtiyên siyasî kir.

Hêjayî gotinê ye, Partiya El-Wehde ne ji wan partiyên nav ENKSê ye û ruxseta karkirinê jî li Rojava wergirtiye.

Bi heman mijarî:

YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Yekem serokwezîrê xwedênenas ku bi încîlê sond nexwar ket dîrokê
Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?
Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
Binçavkirin, HAT, E-Wehde, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de