22:56 21 Hezîran 2018
Reqa bombardimana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞÊ

Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hikûmeta Sûriyeyê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand û tê diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, çima ku welatiyên gundewarên Hesekê, Reqa û Dêrazorê tevlî hêzên HSDê nabin, wan bombardiman dike.

Wezareta Derve ya Sûriyê di nameya bo NYyê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê wekî hevpeymaniyeke nerewa binav kir û da xuyakirin, hevpeymaniyê li hejmarek gundên Hesekê, Reqa û Dêrazorê êrîş xelkê sivîl kiriye.

Hikûmeta Sûriyeyê HSD wekî hêzeke cudaxwaz binav kir û got, ji ber ku welatî tevlî HSDê nabin rastî bombardimana hevpeymaniyê tên.
Sûriyeyê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) daxwaz kir ku aştiya navdewletî biparêze, komkujiyên ku Hevpeymaniya Navdewletî dike rawestîne û hebûna hêzên nerewa yên amerîkî û welatên din li nav axa Sûriyeyê bidawî bîne.

Wezaretê di nameya xwe de herwiha destnîşan kir, armanca pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Sûriyê û piştevaniya terorê, têkbirina yekîtî û selametiya axa Sûriyê û dirêjkirina krîzê ye.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Maça dostaniyê ya Rûsya-Tirkiye bi yeksaniyê bidawî bû
Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî
Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?
Teqîna Amedê: 3 sal derbas bûn, lê êşa wê nû ye
Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
Reqa, Dêrazor, Hesekê, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de