04:24 22 Hezîran 2018
DAIŞ

Milîtanên DAIŞê riya Dêra Zor û Bûkmalê kontrol kirin

© AP Photo /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Li rojavayê çemê Firatê, li rojhilat bajarê Dêrazorê şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û milîtanên DAIŞê bi dijwarî dewam dike. Hate ragihandin ku di encama şer de bi kêmanî 45 endamên hêzên hikûmetê û 26 jî milîtanên DAIŞ hatin kuştin. Herwiha hat diyarkirin ku DAIŞê riya Dêra Zor û El-Bûkmalê qût kiriye.

DAIŞ
© AP Photo / albaraka_news, File
Hat diyarkirin ku milîtanên DAIŞê di roja duyemîn de êrîşên xwe yên li ser hêzên hikûmeta Sûriyeyê li rojavayê çemê Firatê dijwar kirine.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku milîtanên DAIŞê êrîşên xwe dirêjahiya 100 km li rexê rojavayê çemê Firatê berfireh kir û hejmarek kontrola bajarok û herêman jî girtin.

Çavdêriya Mafê Mirovan da zanîn ku di encama şerê navbera her du aliyan de, bi kêmanî 45 endamên rêjîmê û 26 jî milîtanên DAIŞ hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan, DAIŞ riya Dêrazor- El-Bûkmalê qut kir û tevgera rêjîmê li beşê rohilatê gundewarê Dêra Zor têkbir. Her wiha hate diyarkirin ku di encama şer de birîndar û dilgirtiyên herdu aliyan çêbûn.

Bi heman mijarî:

'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
Etîketan:
, kontrol, şer, DAIŞ, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de