19:10 23 Hezîran 2018
Balafirên hevpeymana dijî DAIŞê

Di êrîşa hevpeymaniyê ya dijî Hesekê de herî kêm 10 sivîl mirin

© AFP 2018 /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hevpeymaniya bi pêşengiya DYAyê ya dijî DAIŞê, bajarê Hesekê ya Sûriyeyê bi operasyona hewayî bombebaran kir. Di encama bombebarankirinê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 10 kes mirin.

Yekîneyên hevpeymaniya navdewletî ku bê destûr li axa Sûriyeyê cih bûye, li herêmê hêj jî dibe sedema mirina sivîlan. Li gor nûçeya ajansa fermî SANA ya Sûriyeyê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî, balafirên hevpeymaniyê, gundê Cazaa ya Daşişiyê ku girêdayî bajarê Hesekê ye bombebaran kir. Di encama êrîşê de jin û zarok di nav de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên sûriyeyî hejmara miriyan zêdetir nîşan didin.

Hat destnîşankirin ku piştî operasyonê milkên taybet û fermî jî ji êrîşê zirar dîtine. Di raporta hefteya par a hevpeymaniyê de hat weşandin de, hêzên hevpeymaniyê ji meha Tebaxa 2014an û heta Nîsana 2018an 29.358 êrîş pêk anîne û herî kêm 892 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi heman mijarî:

Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Artêşa Tirkiyeyê herêma Kurdistanê bombebaran kir
Schulmy: Em nirxandinên qesabê tirk ê ku li Sûriyê kurdan bombebaran dike, qebûl nakin
Balafiran avahiya serokomariyê bombebaran kir: Kuştî û birîndar hene
Balafirên artêşa tirk cardin gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
Artêşa Tirkiyeyê operasyona hewayî li dar xist, gellek dever bombebaran kir
Etîketan:
bombebarankirin, êrîş, operasyon, balafir, SANA, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de