01:26 18 Hezîran 2018
Generalê Amerîkayê Jamie Jarrard li Minbicê

Pispor Wilgenburg: Kes nizane bê ev peyman ji bo Minbicê tê çi wateyê

© AP Photo / Susannah George
Sûriye
Lînkê kurt
0 51

Pisporê Pirsa Kurdî Wladimir van Wilgenburg diyar kir ku nexşerêya Amerîka û Tirkiyeyê li ser li hev kiriye ne zelal, lewra mirov nikare bibêje bê ev tê çi wateyê û got ku pêwîsitya Amerîka û HSDê bi hev re heye, lewra heta şerê DAIŞ dewam bike, dê bi hev re bin.

Duh Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Washingtonê bi hevkarê xwe yê amerîkî Mike Pompoeyî re civiyabû û piştî wê herduyan bi dauxyaniyeke hevpar ragihand ku li ser nexşerêyeke têkilîdarî bajarê Minbicê li hev kiriye.

Çavuşoglu eşkere kir ku wan li hev kiriye ku YPGê ji Minbicê vekişe û di dema vekişîne de çekên ku Amerîkayê dane wan jî radest bikin. Herwiha wezîrê tirk îdîa kir ku di lihevkirina wan de ew xal jî heye ku modela Minbicê li deverên din ên di kontrola YPGê de bisepînin.

Piştî van bûyeran, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro daxuyaniyeke nivîskî da û tê de got ku komeke şêwirmendên leşkerî yên girêdayî hêzên wan, peywirên xwe yên şêwir, piştgirî û rahênana Meclisa Leşkerî ya Minbicê temam kirine û teqez kir ku wan şêwirmendên xwe ji bajarî kişandine.

"MIROV NIKARE BIBÊJE BÊ EV JI BO MINBICÊ TÊ ÇI WATEYÊ"

Pisporê Pirsa Kurdî Wladimir van Wilgenburg derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku li gel ku Amerîka û Tirkiye dibêjin, wan li ser nexşerêyekê li hev kiriye lê hûrgilî û naveroka wê lihevkirinê ne diyar e.

Wilgenburg wiha dibêje: Amerik û tirk dibêjin ku wan nexşerêyek heye lê ne zelal e bê hûrgilî çi ne. Ti kes nizane bê herduyan li ser çi li hev kiriye. Lewra zehmet e ku mirov bibêje bê ev ji bo Minbicê tê çi wateyê."

"PÊWÎSTIYA AMERÎKA Û HSDÊ BI HEV HEYE"

Li ser mijara vekişîna YPGê ji Minbicê, Wilgenburgî got ku ji xwe YPGê ragihand ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vedikişîne lê Meclisa leşkerî ya Minbicê dê bimîne.

Pispor Wilgenburg derbarê bandora vê peymanê li ser têkiliyên HSD û Amerîkayê jî axift û got, heta şerê DAIŞê dewam bike, pêwîstiya Amerîka û HSDê bi hev heye û wiha got: Ji ber DAIŞ têk neçûye, pêwîsitya herduyan bi hev heye. Amerîka hîn jî piştgiriyê dide operasyona li Dêra Zorê dewam dike.

Bi heman mijarî:

Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
Artêşa tirk êrîşê noqteya YPGê kir: 2 leşkerên tirk hatin kuştin
YPGê li hemberî noqteya leşkerî çalekî li dar xist: Kuştî û birîndar hene
Etîketan:
YPG, Mevlut Çavuşoglu, Mike Pompoe, Wladimir van Wilgenburg, Minbic, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de