09:46 23 Hezîran 2018
YPG

YPG Şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişîne

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel îro daxuyaniyeke nivîskî da û got ku komeke şêwirmendên leşkerî yên girêdayî hêzên wan, peywirên xwe yên şêwir, piştgirî û rahênana Meclisa Leşkerî ya Minbicê temam kirine û teqez kir ku wan şêwirmendên xwe ji bajarî kişandine.

YPGê diyar kir ku çarîka yekem a sala 2016an, Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew vexwendine da ku bajarî ji DAIŞê rizgar bikin ku wan jî di çarçoveya lihevkirineke navdewletî û herêmî ku Tirkiye di nav de bû, hêzên wan li gel hevpeymaniya navdewletî bi erênî bersiv daye vê daxwazê û bajar di  5ê Tebaxa 2016an de rizgar kiriye.

"HÊZÊN ME SALA 2016AN JI BAJAR VEKIŞIYANE"

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Piştî ku bajarê Minbicê hat rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16ê mijdara sala 2016an de ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Hêzên me ji bajar vekişiyan û derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî hate dayîn, her wiha merasîma leşkerî li ber ekranên televizyonan û saziyên çapemeniyê hate lidarxistin."

"MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ ÊDÎ TÊRA XWE DIKE"

YPGê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwestiye ku komek rahênerên leşkerî wek şêwirmendên leşkerî li Minbicê bimînin da ku di warê perwerdehiyê de piştgiiryê bidin meclisê ku ev tişt bi hevahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye û wiha dewam dike: "Xebata wan ji wê demê û heta niha dewam kir. Niha piştî ku du salan di ser xebatên wan ên berdewam re derbas bûne û Meclisa Leşkerî ya Minbicê gihiştiye asta ku bikare xwe ji aliyê perwerdehiyê ve bi rê ve bibe, Fermandariya Giştî ya YPGê biryar da ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê bikişîne."

Yekîneyan Parastina Gel di dawiyê de ragihand, eger pêwîst bibe, dê dîsa alîkariyê bidin Minbic û gelê wê.

Bi heman mijarî:

Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
Di maça tîmên Almanyayê de ji bo piştgiriya YPGê pankart hat vekirin
Fermandarê YPGê li ser îdiayên kontrolkirina Efrînê axivî
YPGê sedema vekişîna ji Efrînê eşkere dike
Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
Artêşa tirk êrîşê noqteya YPGê kir: 2 leşkerên tirk hatin kuştin
Etîketan:
Meclisa Leşkerî Minbicê, Minbic, DAIŞ, YPG, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de