00:46 18 Hezîran 2018
Şervan Derviş

Şervan Derwêş: Haya me ji peymana navbera Tirkiye û Amerîkayê tine

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ragihand ku haya wan ji peymana navbera Tirkiye û Amerîkayê ya têkilîdarî bajarê Minbicê de tine.

Li gorî RTyê, Derweş teqez kiriye ku kesî ti ji wan re behsa madeyên wê peymanê nekiriye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî îro ragihandibû û destnîşan kir ku heta ji peyman û naveroka wê piştrast nebe, nikare ti şiroveyê li ser bike.

Çavuşoglu îro ragihandibû ku wan li gel Amerîkayê li ser nexşerêyekê li hev kiriye ku li gorî wê, şervanên kurd dê ji Minbicê vekişin û çekên wan jî di dema vekişînê de dê ji wan werin stendin.

Hêjayî gotinê ye ku Çavuşoglu û hevkarê wî yê amerîkî Mike Pompeo duh duşemê li Washingtonê civiyabûn û herduyan dosyaya Sûriyeyê bi giştî û rewşa bajarê Minbicê bi taybetî gotûbêj kiribû.

Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevpar hatibû weşandin.

Bi heman mijarî:

‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
AFPê ji baregeha Amerîka ya Minbicê wêneyên nû belav kirin
Doç. Dr. Durre: Tirkiye bê destûr nikare dest bi operasyona Minbicê bike
'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê
Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
AA: Hevdîtinên Minbicê bi Amerîkayê re hat rawestandin
Etîketan:
Mike Pompoe, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Amerîka, Şervan Derwêş, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de